Ji bo mertalên zindî gel li ber Dadgeha Sasonê ne

15:17

JINHA

ÊLIH - Hîna karê 27 mertalên zindiyên hatine binçavkirin dibinçavan de ber dewam dike, ji bo serbestberdana mertalên zindî gel û hilbijartî li ber derê dadgehê ne.

Welatiyên ku ji bo bibin mertalên zindî çun Sasonê lê mixabin hatin binçavkirin. Di nava yên hatin binçavkirin de Hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sabri Ozdemir jî heyî 27 mertalên zindî hatin binçavkirin. Bi şev 55 mertalên zindiyên hatine binçavkirin hatin berdan. Ji bo ku hevalên wan bên berdan li ber dadgehê di çalakiyê denin. Li ber Dadgeha Sasonê jî çalakiya welatiyan berdewam dike. Li ber dadgehê bi tilîlî, çepik û duruşman binçavkirin tên protestokirin. Parlementerên HDP'ê yên Êlihê Saadet Becerikli û Ayşe Acar Baraşran, Berdefka KJA yê Ayla akat Ata, Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezinê Amedê Firat Anli tevlî çalakiya welatiyan bûn.

Hat zanîn ku dema welatiyên bi navê Mizgîn Şirikçî û Seyithan Tarar jî diçun Sasona Êlihê hatin binçavkirin.

(zt)