Li Geverê êrîşî dibistana Kurdî kirin

17:20

JINHA

COLEMERG - Li Geverê bi armanca perverda ziman were dayin Dibistana Seretayî a Dayika Uveyş hatibû vekirin tîmên taybet êrîşî dibistanê kirin.

Li Geverê Dibistana Seretayî ya Dayika Uweyş ji aliyê KURDÎ-DER'ê û hêla gel ve hatibû vekirin û îsal beriya ku zengila dibistanê lê bide bi êrîşa tîmên taybet re rû bi rû ma. Tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî seat di 04.00'an de bi ser avahiya dibistana kurdî ya ku tu kes lê tune bû de girtin. Tîmên taybet deriyê dibistanê şikandin û ketin hundirê dibistanê.

Tîmên taybet ên derdora dibistana li Parka Çandê ya Apê Mûsa ye de girtin û piştî kulubeya li parkê û avahiyên li parkê hilweşandin, êrîşî disbistanê kirin. Tîmên taybet hemû pencereyên avahiyê şikandin û dawiyê deriyê avahiyê şikandin. Tîmên taybet ên ku ketin hundir mase, tabloyên nivîsên kurdî li ser hebûn, pano û wêneyên "şêrînok" û Tom û Jerry" şikandin. Tîmên taybet textê dibistanê gulebaran kirin û anîn asta ku neyên bikaranîn. Hat zanîn ku tîmên taybet piştî dibistan tarûmar kirin ji hundirê dibistanê derketin.

(ha/zt)