Qirîna jinên Êzidî: Jinên me rizgar bikin
09:11
Newroz Dijwar/JINHA
SILÊMANÎ - Fane Silêman a ku bav û keça wê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye got: "Ez bang li hemû dewletên cîhanê dikim; Bila dengê jinên Êzidî bibhîsin. Jin û zarokên me ji destê çeteyên hov rizgar bikin."
Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê, heya niha derbarê bi hezaran jinên Êzidî ên ku hatine revandin agahî nayê girtin. Gelek jinên ku karîne xwe ji destê çeteyan rizgar bikin, hovîtiyê çeteyan a li hember jinan vedibêjin û rastiyê radixîne berçavan. Fane Silêman a ku saleke li Kampa Penaberan ya Silêmaniyê dijî, bav, keç, nevî û gelek xizmên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin. Keça wê a bi navê Ayda Abdullah ya 23'ê salî û neviyê wê Ûmît a 2 salî heye. Fane Silêman bêdengiya cîhanê a li hember zilma çeteyên DAIŞ'ê rexne kir û wiha got: "Jinên me heya kengî dê di destê wan dijminê dijî mirovahiyê de bimînin."
'Ey mirov guh bidin dengê me'
Fane êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê weke roja reş nirxand û anî ziman ku divê hemû cîhan ji bo rizgarkirina jinên Êzdî seferber bibin. Fane destnîşan kir ku tu dewlet ji bo rizgarkirina jinan ne ketiye nava hewldanê û wiha domkir: "Bi hezaran jin di destê wan hovan de ne. Em nizanin ka jiyan dikin an na. Em nizanin ka em ê çibikin. Em bê çare li benda riya wan disekinin, ji ber ji destê me tiştek nayê. Ey mirov dengê me bibhîsin, jinên me di çi rewşê de ne bibînin."
'Keça min geriya û got ew li Telaferê ye'
Fane diyar kir ku keç, bav, nevî û gelek xizmên wê ev saleke di destê çeteyên DAIŞ'ê de tên girtin û got berî mehek keça wê lê geriye, gotiye ku ew li Telaferê ye û rewşa wan gelek xirabe. Fane wiha pêde çû: "Dema ku DAIŞ êrîş kir keça min ne li ba min bû. Li gundek din dima. Wan di nava gund de girtine. Niha jî em nizanin ka li kurin. Keça min berî çend mehan bi telefonê li min gerî. Got ku ew li Telaferê dimîne. Em nizanin ka telefonê ji kur peyda kiriye. Kurê wê jî li ba wê ye. Min ji bav û xizmên xwe yên din qet agahî negirtiye. Ji xwe ên ku di destê DAIŞ'ê de be rewşa wan xirab dibe. Bi hezaran jinên me di destê dijminê mirovahiyan de ye. Em ji dewleta daxwaz dikin ku jinên me rizgar bikin."
(rc)