Jinên Nûçegihan: Bila nûçegihantiya aştiyê were xurt kirin
10:30
JINHA
ŞIRNAK - Jinên ku çûne Cizîrê û hewldane nûçegihantiyê bikin, bal kişandin ser nûçegihantiya aştî û bang li nûçegihanên medyayê navendî kir. Jinan gotin: "Çi li vir çawan diqewime, em nêrîn pêş dixin. Ji ber vê yekê divê piştgirî bidin vê nûçegihantiyê û bi hêz bikin.
Li Cizîrê piştî ku qedexekirina derketina kolanan hat dayîn 21 welatî jiyana xwe ji dest da. Nûçegihanên ku di serî de li Cizîrê bûn û hewldan dengê gel bidin bihîstandin û qetilamên ku pêk dihatin ji raya giştî re raghînin. Nûçegihana Hayat TV û Rojnameya Evrenselê Cansu Pîşkîn piştî ku qedexeya Cizîrê rabû gihêşt herêmê got: "Ji dûr ve li Cizîrê temaşe kirin ne weke ku mirov di navde be. Ji hev gelek cûda ye." Cansu diyar kir ku dema ew çûne Cizîrê di rêde du caran hatine rewastandin û wiha domkir: "Roja despêkê em çûn mala şînê. Piştî ez çûm taxê ez hilweşîm. 21 welatî jiyana xwe ji dest daye, mal li ser hev nemaye hemû hatiye hilweşandin û li vir mirov têkoşîna jiyanê didin. Rûxmî wendahiya madî û manevî jî welatî cardin mirovan dawetê çay û xwarinê dikirin. Gelek baş nêzî me bûn."
'Min li nexweşxanê polîsên ku destê wan li ser tetîkê dît'
Cansu anî ziman ku tiştên hatine jîn tenê aliyek wê hatiye raghandin û got ew li ser gotina welatî çûne nexweşxanê û bi çavê xwe dîtin ku polîs destê wan li ser tetîkê bû û wiha domkir: "Hûndirê nexweşxanê de dimeşîn, welatî di ketina nexweşxanê de zehmetî jiyan dikirin." Cansu derbarê Cizîrê de gotina Serokomar Tayyîp Erdogan bi bîrxist û wiha got: "Serokomar got ji zarokê 35 rojî heya îxtiyarê 75 salî 'bi alê rêxistina terorê hatin veşartin ev hemû terorîstin'. Roja din jî di tevahî rojnameyan de bû manşet. Divê zimanê medyayê ne wiha ba. Pêwîste zimanê aştiyane bê bikaranîn. Li şûna ku zimanê civak li hev bicivîne bê bikaranîn dijberê wê hat kirin."
'Pêvajoyek ku nûçegihantî tê de hatiye qetilkirine'
Nûçegihan û di heman demê de endama BÎKG'ê Canan Yildiz destnîşan kir ku aştî ji bo nûçegihanan xwedî xalek girîge û wiha got: "Di hemû pêvajoyên şer û tundiyê de, nûçegihantî tên qetilkirin û kuştin. Çapemeniya Tirkiyê ji dîrokê heya niha ji bo gotina desthilatdaran bidin pêş hatine amûrkirin." Canan diyar kir ku temînatê aştiyê tenê bi niyetê baş nabe her wiha temînatê bûyîna nûçegihantiyê ye û wiha got: "Du sal pêvajoya agirbest hat jiyan kirin û piştî ku pêvçûn despêkir, ziman vegeriya pêvajoyên 90'î û derbas jî kir. Ez naxwezim hemkarên xwe sûcdar bikim lê belê edîtorên xwe naşopînin. Nûçeyên xwe naşopînin. Nûçe gelek tê guhertin ji ber ku siyaset bandora xwe li pîşeyê me jî dike."
'Li dijî derewan divê dengê rastiyê bilind bibe'
Canan ji bo nûçegihantiya aştiyê wiha got: "Nûçegihantiya aştiyê wek alî girtin, rastiyê li hevxistin ango ji bo hin deman girtin û hin deman berdan tê famkirin." Canan anî ziman ku divê tenê rastî were raghandin û li dijî nûçeyên derew têkoşîn bê meşandin.
Canan balkişand ku rastiyê raghandin û xizemta aştiyê kirin gelek zehmete û wiha domkir: "Ji ber ku ne tenê gelê Cizîrê hat dorpêç kirin, di heman demê de kesên dixwastin bûyerên li Cizîrê bişopînin jî hatin dorpêç kirin. Gelek medya hebûn, medyayên civakî jî aliyek wê ya dine, lê ew jî hêz ne anîn, ji ber dervî wîfî tiştek din tune bû. Mafê agahî dayîna mirovên li vir ne hat bikaranîn, ev yek jî jiyanê wan reşkir. Çi li vir çawan diqewime em nêrîn pêş dixin. Ji ber vê yekê divê piştgirî bidin vê nûçegihantiyê."
''Çapemeniya burjuvayî rastiyê ranaghîne'
Ji Kovara Ozgur Gelecek Aslı Ceren Aslan bi lêvkir ku divê berxwedaniya gelê Cizîrê ya 9 rojan were nîşandan û wiha pêde çû: "Ji bo ku ez nêrînê xwe di rojnameyê de binvîsim li virim. Bûyera ku herî zêde li ser min bandor kir ya dayîka Cemîle bû. Têkoşîna dayîkê a veşartina cenazeyê. Ez ji bo têkoşîna jinan li virim." Ceren balkişand ku pêdiviya jinan bi parvekirinê heye û wiha domkir: "Ji bo ku ez piştgiriya jinan bibînim li virim. Ez dixwazim her kes bê vir, di serî de çapemeniya azad girînge ku were vir. Ji ber min dît, çapemeniya burjuvayî nikarin vê rastiyê raghînin."
(rc)