'Jinan bi xêr û dîayan mehkûmê newekheviyê dikin'
12:59
JINHA
STENBOL - Jinan bertek nîşanî gotina Wezîrê Malbat û Polîtîka ya Civakî Ayşe Gurcan ya ku dibêje 'saziya xêr û dîa yê' dan û diyar kirin ku ,di bin kirîvê olê jinan mahkûmê ne wekheviyê dikin û gotin: "Karê me dirêje têkoşîna me zehmete. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."
Wezîra Malbat û Polîtîka ya Civakî Ayşe Gurcan piştî dest bi erka xwe kir, serledana xwe ya fermî cara yekemîn li warê xwe Burdurê kir. Ayşe di ziyareta xwe de anî ziman ku ew wekî wezîriyê hewce heye ku civak were xwedî kirin û ew erk dane komên dezavantajê ku karê xizmetê pêk bînin û wiha domkir: "Di vê wate yê de wezîriyê xerê û dia yê gotibû heger em kare xwe bikin em ê dia bistînin." Ser vê gotina Ayşê Gurcan jinan bertek nîşan dan. Jinan diyar kirin ku ji sala 2011'an de Wezîriya ji jinan û Malbatan Berpirsiyar navê wê guhertine û kirine Wezîriya Malbat û Polîtîka ya Civakî. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin diviya wek wezireya jin polîtîkayê jinan xurt bike, lê li şûna wê bi gotinên cûda xebatê xwe dimeşînê.
'Ev yek girêdayî tevahî polîtîkayê AKP'ê ye'
Femînîsta Kolektîf a Stenbolê Filiz Karakuş diyar kir ku, li şûna Wezîriya Jinan avakirina Wezîreya Malbat em dikevin pêvajoyek nû. Filiz pevajoya guhertina navê wezîriyê nirxand û viha anî ziman. "Wezîr Ayşe Nur piştî guhertina navê Îslamê hinek tişt diyar kir. Fatma Şahîn wek wezîra berê karê xwe hindek be jî bi cih tanî û peyanê erînî û pratîkê erînî dida kirin." Fîlîz diyar kir ku "Ayşe Nur ji peyanê erenî paş ve çû." Fîlîz bal kişand ser rewşê û got: "Ev yek girêdayî tevahî polîtîkayê AKP'ê ye. Ji ber ku di wê demê de gotina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di fitratê de 'ez bawer nakim ku wekheviya jin û mêrê hebe' giranî dabû avakirin."
'Wezîr gotinên ku bertekê jinan komdike didomîne'
Fîlîz destnîşan kir ku: "Wezîra nû mafê jinê , xilasbûna jinê û derbarê azadiya jinê de tu tişkî nizane" û got ku dixwazin hemû civakê li gorî olê dizayin bikin û bi gotinên xwe jinan digre pêşbirê xwe. Fîlîz diyar kir ku Ayşe di serî de ji jin û mafê jinê bi şemberî dûrketiye. Fîlîz got: "Ev gotin ne li gorî wekheviya jin û mêr ya di fitratê de ye."
'Pirsgirêka jinan bi wezîr re difetisinin'
Sema Barbaros jî wiha got: "Piştî ku navê Wezîrê Malbat û Polîtîkaya Civakî hat guhertin, diyar bû ku dê di jiyanê de wekheviya jinan a têkoşînê pêk neyê. Pirsgirêkê jinan bi wezîr re tê fetisandin. Hikûmeta AKP'ê ji dema ku desthilatdariya xwe avakiriye jinan kiriye sedeqeya çandê û kiriye amûrek a alîkariyê civakê. Têkoşîna jinan her dem pêş ket û dê bi hêztir bibe.
'Saziya xêrê û diayê ji xwe naveroka polîtîkayê diyar dike'
Komeleya Piştgiriya jinan (IMECE) Tulay Korkutan diyar kir ku, di çerçoveya polîtîkaya AKP'ê ya li hember jinan, ji cînayetên ku her roj pêk tên diyar dibe û got: "Saziya xêr û dîa rewşa tê jiyan kirin bi zelalî eşkere dikin. Saziya xêrê û dîayê ji xwe naveroka polîtîkayê diyar dike."
'Jin tenê aidê malbatê tê dîtin'
Endamê Femînîsta Kolektîf a Stenbolê Begum Acar diyar kir ku, jin tenê aîdê malbatê tê dîtin û şîdeta ku pêk tê wekî tenê di nava malbatan de tê jiyan kirin didin nîşan dan. Begum got: "Bi hişmendiya bila mala jinê xirap nebê bila jin li zarokên xwe xwedî derkeve û bila jin ber xwe bide nezîk dibin. Hikûmet bi zanabûn vê polîtîkayê di nava civakê de rawe dike."
(ha/rc)