Jinên KJA'yî Kampa Newroz ziyaret kirin

13:27

JINHA

DÊRÎK - Jinên KJA'ê ên ku bi armanca beşdarî 6'mîn kongreya PYD'ê bibin çûbûn Rojava serdana Kampa Newroz ya ku gelê Êzidî lê dijîn kîrîn.

Jînên Bakûrê Kurdistanê bi armanca ku beşdarî 6'mîn Kongreya PYD'ê ya li bajarê Rîmêlan a Rojava pêk hatî bibin derbasî Rojava bûn. Piştî Kongreyê jinan gelên Êzidî ên li Kampa Newroz ziyaret kir. Heyeta ku ji Parlementera Riha yê Dîlek Ocalan, ji Saziya Dîplomasî a KJA'yê Ayşe Gokkan, Desteya Rêvebir a KJA Elîf Kaya jî dî navde rêveberên kampê Pelda Çîya û Endamên Meclîsa Jinên Êzidî ziyaret kirin.

Heyet dan zanîn ku armana wan a ziyaretê rewşa gelê Êzidî ji nêz ve şopandine. Heyet piştî pirsgirêkê jiyanî ên kampê guhdar kirin dawî li ziyaretê wan hat.

(rc)