BÎKG:Leyla Îmret ne bi tenê ye
13:37
JINHA
ŞIRNEX - Endamên Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê biryara Şaredera Cizîrê Leyla Îmrat a ku ji peywirê dûrxistiye bi meşekê şermezar kir.
Endamên Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Cizîrê hatibûn navçeyê bi meşekê biryara Şaredera Cizîrê Leyla Îmrat a ku ji peywirê dûrxistiye şermezar kir. Jinên li Kuçeya Hunerê hatin cem hev bi berzkirina dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Leyla Îmret ne tenê ye" û "Bijî tevkariya jinan" heta ber avahiya şaredariyê meşiyan.
Piştî meşê Gulîs Saglam axaftinek kir. Gulîs diyar kir ku dûrxistina ji peywirê dervî hiqûqî ye. Gulîs got ku bi vê biryarê êrîşî vîna gelê Cizîrê kirine û wiha axivî: "Divê wezaret demeildest peywira Leyla Îmret radestî wê bike."
Gulîs anî ziman ku şer herî zêde bendorê li ser jinan dike û anî ziman ku divê demildest rewşa aştiyê were avakirin.
Piştî daxuyaniyê jin ji bo biçin Silopiyê bi rêketin.
(rc)