Ji bo perwerda bi zimanê dayîkê banga tevlîbûna boykot ê

14:00

JINHA

AMED - Bi pêşengiya KCD û KURDÎ-DER'ê ji 28'ê Îlonê û şon de hefteyekê dê dibistanên pergalê boykot bikin, ji bo boyîkotê jî bang li hemû gel kirin ku zarokên xwe hefteyekê neşînin dibistanan û beşdarî boykotê bibin.

Bi pêşengiya KCD û KURDI-DER'ê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê biryar girtin ku ji 28'ê Îlonê pêve heftiyek dibistan were boykot kirin. Li ber avahiya KURDI-DER'ê girêdayî çalakiyên ji bo ziman dê bên kirin daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê KURDÎ-DER'ê Ali Erdemci daxuyanî da û di serî de êrîşên li ser Dibistana Seretayî a Dayika Uveyş a Gewer a Colemergê şermezar kir.

Ali diyar kir ku Qedexekirina zimanê gelan, înkara hebûna wan e û wiha domand: "Ji ber van sedeman di cîhanê de qedexekirina zimanan wek sûcê miruvahiyê tê qebûlkirin. Gelê kurd bi salane li gorî vê rastiya zanîstî û dîrokî tev diğere. Temenê pirsgirêka Kurd bingeha wê zimanê Kurdî û perwerda zimane."

'Dibistanek a zimanê Kurdî zêde hat dîtin'

Alî destnîşan kir ku serokomar û serokwezîrên devleta tirk derdikevin pêşberî gel û dibêjin; "Gelê Kurd birayên me nin lê bele gelê Kurd bi zimanê xwe bi axive biratî pêk nay." Alî anî ziman ku ji sedî 98 şêniya Amedê kurdin, ji bo bi sed hezaran zarokên Kurd yek dibistana zimanê Kurdî perverde dide ji aliyê dewleta tirk ve zêde tê dîtin. Ali got ku ji aliyê devletê de dibistana wan tê morkirin û rastî êrîşan tê ev yek weke biratiyê nayê binavkirin.

'Bila malbat zarokên xwe neşînin dibistanê'

Alî bilêv kir ku ew weke navenda KURDI-DER'ê bang li gel dikin ku bila tevlî boykotê bibin, bila zarokên xwe neşînin dibistanê û dibistana vala bihêlin. Alî diyar kir ku armanca boykotê ne astengiya perverdê ye armanc ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê ye.

(ha)