Heyeta 'Tu jî tulbentek ji bo aştiyê girêde' li Cizîrê ye

14:50

JINHA

ŞIRNEX - Heyeta 'Tu Jî Tulbentek Ji Bo Aştiyê Girêde' ku hunermend Îlkay Akkaya û Yasemîn Goksu jî di nav de heyî îro gihiş Cizîrê.

Ji însîyatîfa Tu Jî Tûlbentek Ji Bo Aştiyê Girêde heyeta ku ji çar kesan pêk tê, bi armanca piştgiriyê gel hatin Cizîrê. Heyeta ku ji Fîlor Uluk, Ûmmûhan Kurşun û hunermend Îlkay Akkaya, Yasemîn Goksu pêk tê tîşortên ku li ser nivîsê "Aştiya erd û ezman" li xwe kiribûn û ketin Cizîrê. Jinan despêkê Taxa Nûr ya ku herî zêde pêvçûn lê hatî jiyan kirin ziyaret kirin. Jinan diyar kir ku berî her tiştî kes nikare girêdanbûna di navbera gelê Kurd û Tirk de qût bike û wiha gotin: "Li hember kesên xwestin bi teqîna bombeyê li Amed û Pîrsûsê cûdahî bixe navbera gelê rojhilat û rojavayê Tirkiyê em tûlbentê aştiyê girêdidin."

Heyet piştî ku avahiya taxê boye kirin derbasî Şaredariya Cizîrê bûn û ziyareta xwe pêk anîn.

(rc)