Li Amedê 3'ê jin hatin qetilkirin

15:32

JINHA

AMED - Li Amedê mêrê bi navê Sadik Toprak hevjîna xwe Adalet Toprak û keçên xwe ya 18 û 20 salî Havva û Kevser qetilkir.

Adalet Toprak û keçên wê ên 18 û 20 salî Havva û Kevser ku li semta Peyasê ya Amedê dijîn hatin qetilkirin. Li gorî agahiyên ku ji cîranên Adalet hatî wergirtin, hevserê Adalet Sadik Toprak di saetên sibê de keçên xwe bi çekê li kolana 245. qetilkir û piştre hevjîna xwe li malê qetilkir. Cîranan da zanîn ku berî vê jî Sadik Toprak du kurên xwe bi kêrê birîndar kiriye û her dem şîdet li dijî hevjîna xwe pêk aniye. Cîranan diyar kirin ku Adalet dervî bazarê ew dernediketiye kolanan. Sadik di îfadeya xwe de, îdîa kir ku hevjîna wî Adalet herdû zarokê wan kuştine û wiha got: "Dema ez hatim malê hevjîna min berê çekê da min. Eger min hevjîna xwe ne kuştiba, ew ê min bikûşta."

Sadik Toprak hat binçav kirin û cenazeya Adalet Toprak û keçên wê Havva û Kevser ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê.

(rc)