Avahiya HDP a navça Beşiktaşê ji aliyê nîjarperesta ve hate şewtandin

16:05

JINHA

STENBOL - Rêxistina Navça HDP a Beşiktaşê vê sibê ji aliyê nîjerperestan ve hat şewtandin.

Avahiya HDP'ê ya navçeya Beşiktaşa Stenbolê hat şewitandin. Di şewatê de avahiyê ziyanek mezin dît û melzemeyên hilbijartinê hatin şewitandin û di pêvçûnê de hat diyar kirin ku tu kes zirar ne dîtiye. Têkildarî şewatê Rêveberên HDP'ê diyar kirin ku avahî ji ber xwe ve neşewitiye û hin kesan agir avêtiye avahiyê û şewitandine. Endamê navçeyê diyar kirin ku ji aliyê nijetperestan ve bi gotina "Em ê we tune bikin" hatine tehdit kirin.

(ha/rc)