Jinên Rojava pişgiriya gelê Bakûr dikin
09:15
Şînda Ebdullah/ JINHA
DIRBÊSIYÊ - Jinên bajarê Dirbêsiyê bertek nîşanî polîtîkayên şer a dewleta tirk da û anîn ziman ku şoreşa gelê Bakûrê Kurdsitanê ji berî çil sal ve hatî despêkirin û şoreşa Rojava hêza xwe ji gelê Bakûr digre.
Jinên bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê li dijî konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê li hember gelê Bakûrê Kurdistan daye despêkirin bertekên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku bi salane li Bakûrê Kurdistanê berxwedaniyek mezin li hember desthilatdariya dewletê tê dayîn û bi îlankirina xwerêvebirinê vîna xwe danîne holê. Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Heyet Yûnis û Hemîde Omre, Rêvebiriya Yekîtiya Star Bedîa Erebo derbarê êrîşê hikûmeta AKP'ê ya li dijî gelê Kurd nirxandin û gotin, çawan çeteyên DAIŞ'ê li hember berxwedana Rojava têk çûn dê hikûmeta AKP'ê jî li hember berxwedana gelê Bakûr têk biçe.
'Têkoşîn baweriya me bi hêz dike'
Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Heyet Yûnis diyar kir ku gelê Kurd êdî zilma desthilatdariyê napejrîne û wiha got: "Em ji têkoşîn û hêza xwe yê salan bawerin. Gelê Kurd li kur dibe bila bibe êdî zilmê qebûl nake û dê li berxwe bide. Têkoşîn baweriya me bi hêz dike û vîna me dertîne holê. Divê tevahî gelê Kurd pişgirî bide hev û çalakiyên demokratî li darbixe."
'Êrîş kîn û têk çûna AKP'ê nîşan dide'
Heyet destnîşan kir ku berxwedana gelê Bakûrê Kurdistan bi salane didome û wiha got: "Li Bakûr îlankirina rêveberiya xweser tê wateyê encamê têkoşîna sala a gelê Kurde. Gelê Bakûrê Kurdistan pêşengiya her çar aliyê Kurdistanê bi berxwedaniya xwe dike. Ji ber vê jî Kurdên Rojava, Başûr û Rojhilat dê pişgiriya xwe li gel gelê Bakûrê Kurdistanê bike û hêz bide." Heyet anî ziman ku hikûmeta AKP'ê hewl dide bi êrîşan vîna gel Kurd bişkîne û wiha domkir: "Êrîşên li Cizîr, Gever û Amedê kîn û têk çûna AKP'ê îfade dike. Lê divê ev yek baş were zanîn, 4 sal çeteyên DAIŞ bi her aweyî êrîşê Rojava kir, lê di encam de li hember berxwedana gel têk çû. Tu hêz nikare pêşiya daxwaza gel a azadiyê bigre."
Heyet di dawiyê de bang li hikûmeta AKP'ê kir û wiha got: "Divê hikûmeta AKP'ê êrîşên xwe ên hovene li hember gelê Kurd bide rawestandin û daxwaza gel a xweseriyê bipejrîne. Pirsgirêk û alozî bi riyê aştiyane wê çareser bibe. Em ê her dem pişgiriya gelê xwe ên aştîxwaz bikin."
'Bi qetilkirin û wêrankirinê encam nayê girtin'
Rêvebira Yekîtiya Star Bedîa Erebo berxwedana Bakûrê Kurdistanê silav kir û got: "Di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de gelê Bakûrê kurdistan bedelên mezin daye. Gelê Bakûr di şoreşê de tu caran Rojava bi tenê ne hêşt. Îro jî em wek jinên Rojava erka xwe yê berpirsyariyê bînin cih û bibin bersiv." Bedîa da zanîn ku polîtîkayê AKP'ê êdî eşkere bûye û wiha domkir: "Serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê encama têkoşîna gelê Kurdê aştîxwaze. AKP'ê têk çûna xwe hazim nekir û êrîşên hovane pêk tîne. Lê bila baş bizanibe ku hemû êrîş dê bê encam be, ji ber vê yekê divê hikûmet dev ji helwsta xwe yê şer berde û dest bi riyên çareseriyê bike. Bi qetilam û wêran kirinê dê tu encam neyê girtin."
'Em ê xwedî li banga dayîkên Bakûr derkevin'
Rêvebira Saziya Malbata Şehîdan Hemîde Omre jî wiha got: "Em îlankirina rêveberiya xweser a Bakûrê Kurdistanê pîroz dikin û malbatê şehîdan re sersaxî dixwazin. Heyan hêza me hebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û pişgiriya gelê xwe ên Bakûrê Kurdistan bikin. Dilê me li gel dayîkên Bakûrê Kurdistanê lêdide. Wek jinên Rojava em ê xwedî li bang û berxwedana jin, ciwan û tevahî gel derên."
(rc)