'Penabar neçarî sêgoşa mirinê hatine kirin'
09:18
JINHA
STENBOL- Endama Komisyona Penaberan a ÎHD'ê Gulseren Yoleli diyar kir ku penaberên Suriyê neçar mane ji ber şer welatê xwe berdin diçin welatên lê dijîn jî zêdetir zoriyan dibînin. Gulseren da zanîn ku penaberek Suriyê ji bo xwe wiha gotiye: "Şer biqedînin ku em jî vegerin welatê xwe." Gulseren wiha domand: "Dema ku penaber tên Tirkiyê rastî kirinên dermirovane tên û dema dixwazin biçin welatekdinê dimirin. Penaber neçarî sêgoşa mirinê tên kirin."
Di demên dawî de bi milyonan mirov neçarmane ji ber şer welatê xwe berdin û xwe avêtine himbêza welatekdinê. Ji bo ku weke penaber biçin welatên dinê rêyên cuda bikartînin. Penaberên diçin welatên dinê bi gelek zoriyan re ru bi ru dibin û li cihên dijîn ti çavkaniyên debara wan nîne. Girêdayî jiyana penabaran Parêzera Komsiyona Penaberan a Komela Mafê Mirovan (ÎHD) ê Gulseren Yoleri nirxandin kir.
Bi pankartên 'birçîme' di destê wan de penaber dirunin
Gulseren wiha berdewam kir: "Aliyê jiyanê têgihiştin ji aliyê zagonî têgihiştinê hîn hêsantire. Li deverek Tirkiyê derkevin kolanan çend saetan bigerin hunê bibînin penaber di kîjan rewşêdenin. Ji ber dema ku hun derketin kolanan hunê bibînin mirov li rêyan, kolanan û li goşeyê piran ji xwe re digerin. Di destê wan de pankartên 'ez birçîme' hene. Ew ji ti deveran alîkariyê nagirin, ti mafê wan nîne."
'Pirsgirêkên penaberên Tirkiyê pirsgirêkên jiyanî ne'
Gulseren balkişand ser pirsgirêkên penaberan û wiha domand: "Pirsgirêkên penaberên li Tirkiyê pirsgirêkên jiyanîne. Pirsgirêkên ku wan ên mirovî nayên çareserkirin. Em dayîkên ji bo zigê zarokên xwe têr bikin ser çopan nan komdikin dibînin. Em ji derve zarokên biçukên rastî zoriyên jiyanê û tacîzan tên dibînin. Wan neçarî jiyanek wiha dikin."
'Di sêgoşeya mirinê de tên hiştin'
Gulseren ji bo penaberên dixwazin ji Trikiyê biçin welatên dinê jî wiha got: "Em rastî penaberên di rêyên deryayî û bejayî de zoriyên giran dibînin tên. Ji ber ku Tirkiye statoya penaberiyê nade wan penaberan. Ew dikarin demkur li Tirkiyê bimînin lê nikarin demdirêj bimînin. Jiyanek dermirovî ser wan tê ferzkirin. Li welatê xwe rastî mirinê dihatin, li Tirkiyê jî rastî kiriyarên dermirovane tên. Ji bo biçin welatên dinê jî di rêyan de dimirin. Bi vî awayî di sêgoşa mirinê de mane."
(zt)