Girtiyên PAJK'ê: Dilê me li Cizîr û Farqînê lêdixe
09:19
JINHA
İZMİR - Girtiyên PAJK'ê girêdayî polîtîkaya şerê li Kurdistanê berdewam dike û berxwedana gel daxuyanî dan û gotin: "Her çendî bedena me dîlgirtîbe jî dil, mejî û hemû hêviyên me bi berxwedana gelê me re şêwe digire. Em bejna xwe li ber sekna gelê xwe a ku hêvî bi berxwedanê tacîdarkirine ditewînin."
Girtiyên PAJK'ê yên li Girtîgeha Şakranê girêdayî polîtîkaya şerê li Kurdistanê berdewam dike û berxwedana gel a li hember êrîşan daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniya ku berxwedana gel hatî silavkirin de rêzikên wiha cîh digirin:
"Dem dema li cîhana du aliyên yên tên perçiqandin û yên diperçiqînin de şahidîkirina ji berxwedana gelan reye. Ew êrîşî hemû nirxên me yên madî û manewiyên me li ser lingan digirin dikin. Li hemberî wê bi rêveberiya cewherî êdî gel bûne kabûsa xewnên deshilatan. Weke Hevalê me Kemal Pîr gotî 'Ax! Berxwedan çiqas bedewe.' Ya ku jiyanê digihîne rastiya wê berxwedane. Ji ber wê ye gelê me bi berxwedanê wate didin jiyanê.
'Vînê bi berxwedanê tacîdar dikin'
Li Silopiyê bihîstina dengê Gimgimê, berxwedana Cizîrê ya pêşengîkirinê, cîhgirtina Meya Farqin di vê berxwedanê de; divê deng bê dayîna berxwedana li ser Surên Mazulam parastiye, Surên ku ji dîroka kevnare re şahidî kiriye. Colemêrgê jî di berxwedanê de serî netewand û bi awayê herî mirovane berxwedana xwe mezin kir. Her çendî bedena me dîlgirtîbe jî dil, mejî û hemû hêviyên me bi berxwedana gelê me re şêwe digire. Em bejna xwe li ber sekna gelê xwe ya ku hêvî bi berxwedanê tacîdarkirine ditewînin. Ticarî bi qasî niha bêhna azadiyê ji girtîgehan bilind nebûye. Me li ber xweda û em bi serketin. Ti hêz nikarin deskeftiyên me ji destê me bigirin."
(zt)