Jinên Cizîrê:Tu sindoqê bibe Qesrê jî encam nayê guhertin
10:06
Dîlan Karamanoglu/JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê bi hinceta 'ewlehiyê' li 3'ê taxên ku qetilîam lê hatî jiyan kirin wê sindoq neyên dayîn. Jinên Cizîrê gotin: "Tayyîp Erdogan sindoqan bibe qesrê jî em ê dengê xwe bikarbînin. Me li hember panzêr û topên we berxweda, hûnê bi vê yekê me ditirsînin?."
Li taxên Nûr, Cûdî û Sur ya Cizîrê piştî qedexe, taxrîbat û 21 kes jiyana xwe ji dest da vê carê bi hinceta 'ewlehiyê' sindoqê hilbijartinê nayê dayîn. Li gorî biryarê Komîteyê Hilbijartinê a Bajêr bi heman hincetê dê li 27 gundan jî sindoq neyê dayîn. Welatiyên hersê tax û 27 gundan wê neçar bimînin biçin taxên din û dengê xwe bikarbînin. Bi pirsa "Sindoq rakirine cihên din, hûn difikirin çi bikin" jinên Cizîrê wiha bersiv dan; "Tayyîp Erdogan sindoqan bibe qesrê jî em ê dengê xwe bikarbînin."
Fatma Îrdem: Sindoq li kur dibe bila bibe em ê biçin dengê xwe bikarbînin. Dixwazin bibin Fransayê dixwazin bibin qesra Tayyîp Erdogan, em ê biçin dengê xwe bikarbînin. Deng dayîn aliyek têkoşîna me îfade dike. Ji bo aştî pêk were em ê dengê xwe bidin. Dengê me namûsa meye, em ê dengê xwe radestî kesî nekin. Bila vala vala hewl nedin, encam nayê guhertin.
Salîha Yanar: Em dengê xwe ji kesî re nahêlin, çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bikarbînin. Rastiyê em hînbûne em ê bi cih bînin pêwîstî hebe em ê biçin Ewropayê jî. Navenda hilbijartinê li Şirnexê be jî em ê dengê xwe bikar bînin. Gelê Kurd û gelê Cizîrê eger aqil û nemûsê wan hindek jî hebe wê dengê xwe nedin Erdogan. Fen û dolabên ku 8 rojan li Cizîrê zivirandine me dît. Ewqas mirov ji bo deng bistîne qetilkir. Lê em ê serê xwe ji van delevrayane re netewînin.
Cemîle Guruk: Em ne şer aştî dixwazin ji ber vê jî em ê roja hilbijartinê biçin û dengê xwe bidin. Sindoqan dibe kur bila bibe êdî ji bo me ferq nake, mirin jî hebe em ê dengê xwe bidin. Bi îzna xwedê em ê ji van sîtemkaran rizgar bibin. Bila ne gerîlla, ne leşker ne jî polîs bimrin. Divê gelê Tirk jî ji vî şerî re bêje bese û dengê xwe ji bide aştî û azadiyê.
Zerîfe Bagdur: Bila Tayyîp Erdogan pir kêfxweş nebe, li beramberî ewqas stemkiriya wî me pes nekir û em cardin wî nakin serok. Roja hilbijrtinê çi dibe bila bibe em ê biçin dengê xwe bikarbînin. Bila hezar car vê hilbijartinê dubare bike em ê cardin dengê xwe bidin xwe, tirsa me ji kesek nîne. Dixwazin sindoqan bibin nava artêşa polîsan dixwazin bibin girtîgehê em ê dengê xwe bikarbînin.
Semîa Culum: "Cizîrê 9 roj li hember panzêr û topan li berxweda û pes nekir. Me serê xwe li hember tu stembariyê netewand û berxweda. Bi rakirina sindoqan dihizirin ku me bitirsînin. Tiştek wan ne di xema mede ye. Em dixwazin xwe rêvebibin û ji ber vê jî 9 rojan me li berxweda û me wan negirt nava xwe. Em ziman û wekheviyê dixwazin. Gelê Kurd êdî ne weke berê ye. Bi rêxistinkirî û bi hêze, berdêlê vê çi dibe bila bibe hêzê wê heye li hember êrîşan li berxwe bide. Cizîrê ji paşaroja xwe heya roja îro stemkariya vê dewletê baş nasdike. Kiryarên ku li hember zarok, ciwan û miriyê me kirine nayê ji bîrkirin. Em ê bêdeng nemînin û bêdeng nekin, em mafên xwe ên wekhevî dixwazin û ji bo vê yekê dengê xwe bikarbînin. Heyan ku em paşaroja xwe bîrnekin em ê bersivê bi hêz bidin.
Behiye Sariyildiz: Bi salane vê leystûkê dileyzin û dev jê bernedan. Bila sindoqan di nava çolê danin em ê cardin biçin dengê xwe bikarbînin. Bila ji Kurdan tiştek hêvî nekin êdî Kurd ne Kurdê berê ne.
(rc)