Hunermendan tiştên li Cizîrê dîtin anîn ziman
10:18
JINHA
ŞIRNEX - Ji hunermendên hatin Cizîrê û taxên herî lê êrîş giran ziyaret kirin Îlkay Akkaya û Yasemin Goksu diyar kirin ku ya ji bo Cizîrê pêwîst şêwirmendiye û gotin: "Çîdibe bila bibe divê em dengê aştiyê bilind bikin."
Hunermend Îlkay Akkaya û Yasemin Goksu yên ku li gel Însiyatîfa Ji bo Aştiyê Tu jî Tulbendekê Girêde hatine Cizîrê çavdêriyên xwe par kirin. Yasemin da zanîn ku dêv weke berê mirovên li aliyê Tirkiyê dijîn şerê li Kurdistanê berdewam dike ji dur ve nebînin û wiha domand: "Her dem em mirovên ku diçin cihê bûyeran, bûyeran di cihê wan de lêkolîn dikin û êşên wan mirovan par dikin. Ji bo wê jî çî tê jiyankirin em dibînin."
'Bi wijdanî me bi her awayî êş kişand'
Yasemîn bilêv kir ku ji roja despêkê ya dorpêçê heya niha wê xwest bê Cizîrê li wê bimîne û wiha berdewam kir: "Lê ev nebû. Me xwest bi qasî ji destê me tê em vê rewşê bidin nîşandan, bi wijdanî em gelek êşiyan. Niha firseta me ya hatina vêderê dîtinê çêbû. Tiştên ku me dîtin ne tiştên me hêvî nedikirine. Lê dema ku mirov bi çavê xwe dibîne travmayek hîn zêdetir girane."
'Şert çî dibin bila bibin divê em dengê aştiyê bilind bikin'
Yasemîn li hember di vê astê de welatî dibin şertên şer de hiştinê bertekên xwe wiha anî ziman: "Şewitandin û wêrankirina malên welatiyan, ew qas ziyan dayîna esnafan û tayîbetî jî rewşa zarokan min di kurahiyê de birîndar dike. Ez nizanim emê çawan par bikin û birînan bipêçin. Lê divê despêkê em rewşa Cizîrê bidin bihîstin. Şert û merc çî dibin bila bibin divê em dengê aştiyê bilind bikin."
'Tirkiye ber bi salên 90'an de diçe'
Îlkay Akkaya jî bilêv kir ku di dema dorpêçê de Cizîrê rewşek gelek giran jiyan kiriye û wiha got: "Wê demê me nedikarî em bên Cizîrê, lê me li Stenbolê çalakî berdewasm dikirin." Îlkay destnîşan kir ku Tirkiye ber bi salên 1990'an ve diçe û salên 1978'an dijî û wiha domand: "Di nava vê rewşê de tindiya salên 1980'an dixwiyê, dema ku pêvajo vegere rewşek wiha dê çawan bibe tam nayê zanîn."
'Anîna aştiyek mayînde deyînê me ye'
Îlkay anî ziman ku ew li Taxa Nur a Cizîrê rastî dayîkek a ku di Berxwedana Kobanê de kurek xwe widakirî hatine û wiha berdewam kir: "Heta dayîka zaroka xwe di Berxwedana Kobanê de windakirî jî aştiyê dixwaze. Tiştek nikare têkeve cihê windakirina zaroka dayîkekê. Anîna aştiyek mayînde dayînê meye. HDP şoreşek a hemû kesîmên civakê digire nava xwe pêşiniyar dike. Di rastiyê de yên li hemberî HDP'ê disekinin cudaxwazin. Emê li hemberî van hemû êrîşan bin. Ev êrîş li Cizîrê yan jî li deverekdin a welat dibe ji bo me ferq nake û emê li hember bisekinin."
(zt)