Vî temenî çi şer û koçberî dît…
11:04
JINHA
KANDÎL - Dayika Fatma ya 96 salî li Sînemokê dijî diyar kir ku ji sedema êrîşên hewayî pir hêrs bûye û got ku vî temenî çî şer û koçberî dît. Dayika Fatma anî ziman ku heta nefesa dawî jî ew axa xwe terk nake.
Fatma Mam Qak a 96 salî li mezra Sînemok a girêdayê gundê Suredê ê li Herema Kandîl a Kurdistana Federal dijî û got: "Min di temenê xwe de gelek dîtiye." Dayîka Fatma hevserê xwe di sala 2003'an de wendakiriye. Dayîka Fatma bi zarok û neviyê xwe re di jî. Dayîka Fatma di temenê xwe yê zarokantiyê de hatiye zewcandin, xwendin û nisandinê nizanibe jî di hişê xwe de tuştên jiyaye veşartiye. Fatma şerê li sê goşa Îran-Iraq-Tirkiyê dîtiye. Ji ber zordestî û zilmê du caran koçber bûye û dîsa vegeriya ye axa xwe jiyana xwe berdewam kiriye.
'Heta nefesa dawî ezê li axa xwe ya ku lê hatime dinyayê bimînim'
Yên ku di demboriya dayîka Fatma de hemû jiyana wê bi şer û koçberiyê dagirtîne dixwazin pêşerojê jî wiha bidin pêşiya wê. Ji ber vê sedemê tizbiyê wê di deste wê de dia dike ji bo peşerojê. Dayîka Fatma şahidiyê ji jiyanê re dike. Dayîka Fatma bertek nîşan bombebarana dewleta tirk li ser Qendîlê da û got: "Vî temenî çî şer û kolberî dîtiye... Dîsan jî çî dibe bila bibe li ser axa ku hatime dinê ezê heya dawiya temenê xwe bijîm."
(ha)