Li Turgutli yê jinek hat qetil kirin û yek birîndare
11:07
JINHA
MANÎSA - Li navçeya Turgutluyê a girêdayê Manîsa yê kesê bi navê Maşallah D. jina 24 salî Betul Erkencî qetil kir û dayika wê Gulay Tok jî bi giranî birîndar kir.
Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê kesê bi navê Maşallah D. (46) jina bi navê Betul Erkencî (24) bi kêrê qetil kir. Bersûc Maşallah D. dayika wê Gulay Tok a ku xwest keça xwe rizgar bike M.D. bi derbê kêrê Gulay Tok bi giranî birîndar kir. Piştî êrîşê Gulay bi zorê derket derve û alîkarî xwest. Gulay ji hêla welatiyên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Turgutluyê. Hat ragihandin ku xetereya jiyana Gulay heye û li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Piştî êrîşê Maşallah D. reviya û hêj nehatiye girtin.
(ha)