Li Çiyayê Cudî çalakiya mertalên zindî berdewam dike
11:15
JINHA
ŞIRNEX - Li Çiyayê Cudî parlementer jî di navê de bi sedan welatî çalakiya xwe ya mertalên zindî berdewam dikin.
Li Çiyayê Cûdî, çalakiya mertalên zindî ya ku li hemberî operasyonên leşkerî duh hate destpê kirin, bi tevlîbûna bi sedan welatî berdewam dike. Mertalên zindî li "Şehîdgeha Şehîd Cuma û Şehîd Binevş" çalakiya xwe berdewam dikin û diyar dikin ku heya operasyon werin sekinandin dê çalakî bidome. Çalakvan, yekser komûnên xwe yên kar ava kirin. Komek çalakvan, dest bi avakirina cihên ku bi obusan xirab bûye kir, komek jî ji bo avdana derdorê û çêkirina şîvê kar girt ser xwe. Duh bi şev jî çalakvan, li dora agir govend gerandin. Çalakvan, li hemberî top û obusên ku car caran dihatin avêtin, agirê xwe gurtir kirin û bi tilîliyan bersiv dan.
Gever
Li navçeya Gever a Colemêrgê êrîşên polîsên tîmên taybet ên li ser taxan berdewam dike. Duh bi şev jî polîsan, bi wesayitên zirxî taxên Cumhuriyet, Saît Boru û Kanî Heyder dorpêç kir û êrîş kir. Polîsên tîmên taybet, ji wesayitên zirxî bi çekên giran nav taxan gulebaran kirin. Gel jî li hemberî êrîşan derket kolanan û bi tilîlî û dîruşmeyan dest bi çalakiyê kir. Polîsên tîmên taybet qasî saetek êrîşên xwe berdewam kir, ji ber berxwedana gel neçar man ji taxan vekişiyan.
(zt)