Leşkerên Îsrailê jinek Filîstînî qetil kirin

11:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di gulebarana leşkerên Îsrailê de jinek Filîstînî jiyana xwe ji dest da.

Jina binavê Hedîl el-Heşlemun (18) a ku ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatibû birîndar kirin, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Bavê Hedil got: "Leşkerên Îsraîlî keça min bi xwînsarî kustin. Bi hovane keça min qetil kirin."

Li gorî daxuyaniya nexweşxanê jina ciwan Hedil a li Şaxa Kudusê a Nexweşxanê dihat girtin jiyana xwe jidest da. Li gorî çavkaniya emniyeta Filîstînê hat diyar kirin ku jina hatiye qetilkirin Hedil el-Heşlemun e.

(ha)