'Êrîşî nirxên dîrokî û olî kirin polîtîk e'
11:45
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Endama Şura DÎK'ê Şîmel Begîk êrîşên li dijî nirxên dîrokî û goristanan nirxand û balkişand ku cihê van êrîşan di tu olî de nîne û got: "Êrîşên wiha polîtîke û armanca êrîşan çandê gelekî tune kirine. Divê li hember êrîşan di bingehek demokratîk de daxwazê xwe bînin ziman û bertek nîşan bidin."
Piştî ku konsepta şer ket dewrê, êrîş li hember nirxên civakê pêk hat. Di serî de li 'Goristana Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl' ya navçeya Gimgima Mûşê, 'Goristana Şehîd Cuma û Şehîd Binevş' a ku dikeve qontara Çiyayê Cûdî a Şirnexê, li navçeya Sur a Amedê Camiya Kurşunlu, gelek avahiyên dîrokî, Kiniseya Surp Gragos, Kinîseya Dayîka Meryam di encamê êrîşan de hat texrîb kirin. Êrîşkirina nirxên dîrokî û manevî ên civakê kirin, êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li Rojava tîne bîra mirov ku gel bertekên xwe li hember vê yekê anîbû ziman.
'Cihê van êrîşan di tu olî de nîne'
Endama Şura a Kongreya Îslamê Demokratîk (DÎK) Şîmel Begîk anî ziman ku êrîşên li dijî goristanan pêk hatî nayê pejrandin û diyar kir ku cihê van êrîşan di tu olî de nîne. Şîmel derbarê mijarê de mînak ji deme Hz. Mûhammed da û wiha got: "Dema ku cenazeyê Yahudî li ber Pêxemberê me re derbas dibe Pêxemberê me radibe ji piya û rêzê nîşan dide. Ji bo Pêxemberê me, ziman, reng, netew û nîjadî ferq nake mirov bi kîjan nasnemê dibe bila bibe lê berî her tiştî bi sifatê ew însane nêz dibe. Êdî ew ne mêvanê me mêvanê xwedê ye. Yanî mirovek ku bimrê êdî ne aîdê vê cîhanê ye. Rêzê me çawan li hember xwedê hebe divê li hember miriyan jî wiha be."
'Armanca van kiryaran, çandê gel ji holê rakirine'
Şîmel destnîşan kir ku di şertên şer de jî êrîş birin ser çand û maneviya gel nayê pejrandin û got ku êrîşên wiha polîtîke û armanca êrîşan çandê gelekî tune kirine. Şîmel diyar kir ku divê em di bingehek demokratîk de dexwazê xwe bînin ziman û bertek nîşan bidin û wiha pêde çû: "Îro kesên di bin navê Îslamê de tevdigerin, camî, cem evî û goristanan bombebaran dikin. Dibêjin em Mûslûmanin diçin Mûslûmanên din înfaz dikin. Ev ne Mûslûmanin. Ên ku van kiryaran dikin rêzê wan ne li hember olan ne jî li hember baweriyan heye."
(rc)