Hediye Yûsif: Hewildidin herêmê ji mirovan valabikin

11:53

JINHA

DÊRIK - Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif diyar kir ku bi koçberiya mirovan a ber bi Ewrupayê ve dixwazin herêmê ji mirovan valabikin.

Ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Navenda Zanist û Perwredeya Jinan a bajarê Dêrikê civîneke berfireh hat lidarxistin. Di civînê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif û bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê amade bûn. Di civînê de pêla penabertiyê ya welatiyên Rojava û tevahî Sûriyeyê ber bi dewletên Ewrupa ve hate gotûbêj kirin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre daxuyaniya TEV-DEM’ê derbarê pirsgirêka penabertiya welatiyên Rojava ber bi dewletên Ewrupa ve ji aliyê Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê yê Dêrikê Yûsif Hacî ve hate xwendin.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif axivî û bang li welatiyan kir ku li hemberî van siyasetên li dijî gelê Kurd tên meşandin haydar bin û wiha got: “Hêzên sermayedar derbeyên giran di aliyên siyasî û leşkerî de ji aliyê berxwedêrên gelê Kurd ve xwarin. Têkçûna van hêzên sermiyadar di siyasetên xwe de hişt ku bi şêwazên nû li dijî vîna azad a gelê Kurd derbikeve. Armanca van hêzan ji pêkanîna siyaseta koçberkirina welatiyên Rojava ew e ku nasnameya çandî ya welatiyên herêmê tune bike û herêmê ji welatiyên wê yên resen vala bike. Divê hemû pêkhateyên herêmê li dijî siyasetên guhertina demografiya herêmê li ber xwe bidin û bi siyasetên penabertiyê neyên xapandin.”

(zt)