Banga rêxistinên tendiristiyê a navnetewî ji bo Îmraliyê
12:08
JINHA
EFRÎN - Konseya Tenduristiya Kantona Efrînê balkişand ser tecrîda li Îmraliyê sre Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û bang li hemû rêxistinên mafê mirovan ên cîhanê û rêxistinên tenduristiyê kir ku ji bo rewşa Îmraliyê têkevin nava tevgerê.
Di çarçoveya kampanya ‘Azadiya Rêber APO azadiya gelan e’ de Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê daxuyanî da. Desteyê ji hemû rêxistinên navnetewî yên tenduristiyê û parastina mafê mirovan xweset ku destwerdanê li Îmraliyê bikin.
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike hat şermezarkirin û wiha hat got: “Em bang li rêxistinên tenduristiyê yên navnetewî dikin ku di serî de Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, Heyva Sor a Navnetewî û hemû rêxistinên din ên navnetewî û yên Tirkiye dikin ku destwerdanî Îmraliyê bikin û tecrîdê rakin. Em daxwaz dikin ku rê li pêşiya tîmên tenduristiyê were vekirin da ku rewşa tenduristiya Ocalan lêkolîn bikin û ji raya giştî re eşkere bikin.”
(zt)