Jin li hember êrîşan parastina xwe yê cewherî dikin

12:09

JINHA

EFRÎN - Jinên Kantona Efrînê bi armanca parastina gund û navçeyên xwe fêrî bikaranîna çekan dibin.

Li Rojava jinan li hember êrîşan hînê bikaranîna çekan dibin û parastina xwe yê cewherî pêk tînin. Jinên ku di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin dikin, li aliyek ji bo înşakirina jiyana nû ked didin li aliyê din li hemer rewşên awerte perwerdeyên xwe ên parastina cewherî dibînin. Li hemberî êrîş û provokasyonên çeteyên El- Nusra a li ser Efrînê, gel dest bi tedbîrên xwe ên parastina cewherî niha de dike.

15 jin dê tevlî komîteya parastina gund bibin

Jinên gundê Sêmala ya navçeya Reco a Kantona Efrînê bi armanca parastina herêmên xwe bikin perwerdeya bikaranîna çekan dîtin. Perwerdeya ku wêneyên teorî jî di navde hebû bi giranî erkên xwe parastinê û bikaranîna çekan hat dîtin. 15 Jinên ku cihê xwe di nava vê perwerdê de girtine di heman demê de ew ê di komîteya parastina komîna Şehîd Adar ya gunde jî bigrin.

(rc)