Li hember êrîşîên ser belavkarê rojnamê lêgera ÎHD'ê ya hiquqê

13:00

JINHA

MÊRDÎN - Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê daxuyand ku ewê ji bo belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem Seyîthan Çelîk ku bi fîşeka gazê ya polîsan birîndar ket, hewldanên hiqûqî bidin destpêkirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan di 20'ê Îlonê de êrîşî şahiya muzikê ya li Navenda Çanda Mîtanî kiribûn û bi fîşekên gazê belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem Seyîthan Çelîk ji serê wî birîndar kiribûn. Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê bi daxuyaniyek nivîskî vê êrîşê şermezar kir. ÎHD'ê da zanîn ku di êrîşê de li gel Seyîthan du welatiyên din jî birîndar bûne û ewê ji bo Seyîthan hewldanên pêwîst ên hiqûqî bidin destpêkirin.

(zt)