TUHAD-FED: Divê gel daxwazên xwe yên rewa nîşan bidin

13:44

JINHA

AMED - Girêdayî sala nûya perwerdê û çewisandinên ser zimanê dayîkê hîna berdewam dikin TUHAD-FED'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Rêveberê TUHAD-FED'ê Mehmet Temizyuz axivî û got: "Em piştgiriyê didin bangawaziya Kongreya Civaka Demokratîk a bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê û boyîkota dibistanan. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo vê daxwaza rewa helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin."

Komeleya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Amedê (TUHAD-FED) girêdayî sala nû a perwerdê û daxwazên zimanê dayîkê daxuyanî dan. Daxuyanî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat xwendin. Di daxuyaniyê de Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Komeleya Huquqnasên Mezopotamiyayê, endam û rêveberên TUHAD-FED û xizmên girtiyan amadebûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bi zimanê kurdî bixwînin, bi zimanê kurdî bifikirin û bi zimanê kurdî bixwînin" hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê TUHAD-FED'ê Mehmet Temizyuz ve hat xwendin. Mehmet diyar kir ku di sala nû ya perwerdê de jî hîna polîtîkaya tinekirinê berdewam dike û got: "Li Tirkiyê bi despêkirina serdema nû a perwerdê re hişmendiya qedexekar a li ser zimanê dayîkê a dewleta tirk ku parçek ji polîtîkayên bişaftin, tinekirin û tinehesibandinê hîna berdewam dike."

Mehmet wiha berdewamkir: "Hikumeta AKP'ê di hemû serdemên deshilatiya xwe de li hember daxwazên perwerdeya bi zimanê dayîkê hişmendiya tekperest, nijad perest û faşîzane nêz bûye. Her roja derbasbû li hember van daxwazên bersiv bi polîtîkayên înkarê bersiv dan. AKP bi meşandinên polîtîkayên qirkirina çandî sucek ji sucê qirkirina fîzîkî ya li hemberî gelan bi awayekî bipilan û bi zanabûn dikin. Hikumeta AKP'ê bi tinehesibandina mafê zimanê dayîkê ku mafek gerduniye bi redkirina vê daxwazê polîtîkayên tekperest ên nijadperestiyê dizêrîne."

Mehmet balkişand ser binpêkirina mafê zimanê dayîkê û wiha domand: "Mafê perwrda bi zimanê dayîkê binpê dikin û li hember daxwazên rewa û demokratîk ên gelê kurd nêzîkatiyek faşîzan nîşan daye. Hêjî li girtîgehên Tirkiyê bi awayek keyîfî weşanên bi kurdî nadin girtiyan. Mafê xweparastinê bi kurdî bi hincetên puç û vala tên asteng kirin û dest didin ser nameyên bi zimanê kurdî hatine nivîsandin yan jî heqê wergerê ji girtiyan digirin. Di hemû sazî û dezgehên dewletê de pêkanînên redkirina zimanê dayîkê, di meriyetê deye. Li hember polîtîkayên qirkirina çandî yên wekî qedexekirina zimanê dayîkê, ku di hiquq û peyîmanên navnetewî de jî weke suc tê hesibandin. Em pêngava înşaya netewa demokratîk û jiyana azad avadikin. Em carekedin dibêjin ku ewê zimanê kurdî bi hemû zaravayên xwe ku bi hezarî salane li ser vê xaka qedîm hebûna xwe parastiye dê ji niha û pêde jî hebûna xwe biparêze."


Di dawiyê de Mehmet banga tevlîbûna boyîkotê li hemû welatiyan kir û wiha dom kir: "Li ser vî bingehî em piştgiriyê didin bangawaziya Kongreya Civaka Demokratîk a bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê û boyîkota dibistanan. Em jî bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo vê daxwaza rewa helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin."

(rc/zt)