Jinên Hesekê: Li gel me cejin tuneye

15:34

JINHA

HESEKÊ - Ji ber teqîna ku li bajarê Hesekê pêk hatî û gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane, jinên bajêr diyar kirin ku ewê Cejna Qurbanê pîroz nekin û gotin: "Li cihê ku qetilîam pêk tê cejin nayê pîroz kirin. Me xemgîniya wendahiyên xwe derbas nekiriye em ê cejnê pîroz bikin."

Bi armanca Cejna Qurbanê li her deverê amedekarî tên kirin. Li bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê ji ber ku di 15'ê Îlonê de du teqîn pêk hatibû û gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane Cejna Qurbanê nayê pîroz kirin. Jinan diyar kirin ku hîna birîna wan nûye û ji ber vê yekê ew ê Cejna Qurbanê pîroz nekin. Endama Saziya Malbatê Şehîda Îlham derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku, welatî ji ber xemginiya wendahiyên xwe Cejna Qurbanê pîroz nakin.

'Em ê goristana şehîdan û malbatan ziyaret bikin'

Îlham destnîşan kir ku ewê tenê biçin ser goristanan û wiha got: "Ji bo hevparî em ê wek Saziya Malbatê Şehîdan tevî welatiyan Goristanê şehîdan û malbatan ziyaret bikin." Jina bi navê Evîn jî diyar kir ku ji ber xemginiya xwe ew ê cejnê pîroz nekin û wiha domand: "Li cihê ku qetilîam pêk tên cejn nayê pîroz kirin. Me xemgîniya xwe wendahiyên xwe derbas nekiriye em ê cejna çi pîroz bikin." Evîn diyar kir ku berî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê a li ser Rojava wan cejna xwe û parkirinên xwe ên civakî pêk tanîn lê ji ber rewşa şer ew ê cejna xwe vê salê pîroz nekin. Evîn anî ziman ku cejn ji bo zarokane û ew ji bo ku zarokên xwe kêfxweş bikin dê amedekariyên cûda pêk bînin.

Zaroka bi navê Fereh Ûmîran wiha hestên xwe anî ziman: "Em êdî dixwazin weke berê cejnê pîroz bikin. Berî şer despêkiriba her cejin me cil distand û li hemû xizim û cîranên xwe digeriyan. Lê niha ne wiha ye. Bi saya hêzên YPG/YPJ'ê em niha li virin, lê divê ev şer bê rawestandin êdî. Em jî dixwazin Cejna Qurbanê weke her kesî pîroz bikin."

(gb/rc)