Bernama Cizîrê ya cejnê berxwedan e

16:32

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîra Botan ku di nav 9 rojan de 21 sivîl hatin qetil kirin dê gel cejnê jî bi berxwedanê pêşwazî bikin.

Li Cizîra Botan ku di nav 9 rojan de 21 sivîl hatin qetil kirin dê gel Cejn Qurbanê jî bi berxwedanê pêşwazî bikin. Gelê Cizîrê dê roja yekem li mala şînê ya Taxa Cûdiyê bi awayek girseyî nimêja cejnê bikin û pişt re biçin ser gorên 21 sivîlên ku di nav 9 rojan de hatin qetil kirin. Piştî serdana goristanê bi pêşengiya alimên olî dê meşek were lidarxistin. Cizîrî pişt re jî derbasî Taxa Yafesê bibin û li vir li ser navê welatiyên ku di encama terora dewletê jiyana xwe ji dest dan, 140 qurban serjê bikin.

Gelê Cizîrî di roja duyemîn a cejnê de li Mala Şînê ya Cudî kom bibin, bi pêşengiya MEYA-DER û Dayikên Aşitiyê goristana li Çiyayê Gebarê ziyaret bikin û ji ber bombebarana li ser şehîdgehan 24 saet nobetê bigirin. Her wiha, li Taxa Nûrê ku herî zêde rastî êrîşa dewletê hatibû, bi pêşengiya aktîvîstên KJA'yê dê bi tevlîbûna gelek hunermendan konserek were lidarxistin. Serokê DBP'a Cizîrê Mesut Nart jî diyar kir ku li hemberî hewldanên komkujiyê yên dewletê dê cejnê jî bi berxwedanê derbas bikin û bang li gelê Cizîrê kir tevlî çalakiyan bibin.

(zt)