Zeynep a di dema dorpêçê de felç bûyî ji nexweşxanê derket
16:56
JINHA
ŞIRNEX - Zeynep Kaçar a ji ber rewşa OHAL'ê ya 9 rojan nekarîbû biçe nexweşxaneyê felç bûbû û piştre rakiribûn nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 4 û 13'ê Îlonê de 9 rojan OHAL hatibû îlankirin. Zeynep Kaçar a 60 salî, ji ber rewşa OHAL'ê, tîmên taybet û polîsan destûr nedan biçe nexweşxaneyê felç derbas kiribû. Zeynep a di 8'ê Îlonê de nexweş ket û li malê felç derbas kir, piştî OHAL bi dawî bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê li vir jî ji ber bijîşk tune bû sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kiribûn. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê kiribûn. Zeynep, piştî 10 rojan li nexweşxaneyê derman bû tabûrcî kirin û şandin malê. Zeynep diyar kir ku gel parlementer bi hewara wê neçuna dê jiyana xwe jidest dabana.
(zt)