Dayîkên Aştiyê yên xwestin goristanê ziyaret bikin rastî astengiya leşkeran hatin
17:46
JINHA
MÊRDÎN - Dayîkên Aştiyê yên xwestin bi boneya Cejna Qurbanê biçin ser Goristana Çiyayê Bagokê rastî astengiya leşkeran hatin.
Dayîkên Aştiyê yên xwestin bi boneya Cejna Qurbanê biçin ser Goristana Çiyayê Bagokê rastî astengiya leşkeran hatin. Dema ku dayîkan xwestin biçin ser gora PKK yiyan leşeran bi hincentên 'herêma qedexeye' astengî derxistin. Li gel îsrara dayîkan jî cardin destur nedan çuyîna wan. Dayîk birin qereqola Girmeliyê û li wê qontrola nasnamên wan kirin. Parlementera HDP'ê Enise Guneyî jî çu li gel dayîkan û li baxçê qereqolê li benda derketina dayîkane.
(zt)