'Me hêviya xwe ya azadiyê wenda nekiriye'

09:03

Rûksen Efrîn/ JINHA

QAMIŞLO - Her kes bi çanda xwe li Rojava Cejna Qûrbanê pîroz dike. Malbat cejna xwe li gorîstana şehîdan pîroz dikin, zarok derî bi derî digerin û şekirên xwe ên cejnê berhev dikin. Her wiha welatî jî hestên xwe ên cejnê wiha vedibêjin: "Hêviyên me ew e ku cejnek din di şert û mercên azad de pîroz kirine."

Li Rojavayê Kurdistanê beramberî ku 4 salan şer didome, di nava şert û mercên giran de gel dev ji çanda parvekirinê Cejna Qurbanê bernade. Bi armanca parvekirinên civakî bi hêz bibin welatiyên bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê Cejna Qûrbanê bi hêviyê serkeftinê pêşwazî dike. Malbatê şehîdan serê sibê berê xwe dide Goristana Şehîdan û bi kûlîlkên rengîn goristanê şehîdan dixemlînin. Piştre jî gel hev ziyaret dikin û hestên xwe ên azadî û demokrasiyê parvedikin. Zarok jî bi coşek mezin derî bi derî digerin û şekrokên xwe ên cejnê berhevdikin.

'Me hêviya xwe ya azadiyê wenda nekiriye'

Derbarê vê rojê de Ranya Selih wiha hestên xwe parvekirin: "Em Cejna Qûrbanê di serî de li Rêber Apo û şehîdên têkoşîna azadiyê pîroz dikin. Her çiqas em di nava şert û mercên giran de cejnê pîroz bikin jî me hêviya xwe ê azadiyê wenda nekiriye. Li bajarê Hesekê ji ber rewşa şer gel nikare cejna xwe pîroz bike, her wiha hêzên YPG/YPJ'ê ên ku di çeperên şer de ne jî derfetê wan nîne ku cejnê pîroz bikin. Em hest û êşê wan jî parve dikin û cejna wan jî pîroz dikin."

'Cejn hêz dane heve'

Ranya di dawiyê de wiha got: "Cejn heskirin, li hevhatin û hêz dane heve. Ji ber vê em di vê rojê de malbatê şehîdan û welatiyên bajarê Hesekê bi tenê nahêlin. Bi hêz dane hev em dikarin dijminê xwe vala derbixin." Jina bi navê Eyda Xelîl jî cejna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hêzên YPG/YPJ'ê pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ku salek din em cejna xwe di nava aramiyê de pîroz bikin û serkeftina têkoşîna Kurdistanê bi dest bixin."

'Bi hêviya cejnek din hersê Kanton bighêjin hev'

Siltan Emîn jî diyar kir ku cejin çanda li hev hatinê di nava civakê de avadike û wiha domkir: "Em bi hêviya cejnek din hersê Kantonan bighêjin hev dijîn. Her çiqas em di şert û mercên giran de cejna xwe pîroz dikin jî hêviya me ê azadiyê her ku diçe zêdetir dibe. Ev cejin wê bibe wesileya yekîtiya gelan ku li bakûrê Kurdistanê desthilatdariya hikûmeta AKP'ê hilweşîne. Hêviya me a serkeftinê ji her dem bilintire. Ez cejnê hemû têkoşeran û gelê Kurd pîroz dikim."

(rc)