'Keda jinên xizmeta malan dikin ji aliyê dewletê ve tê xwarin'

09:04

Ceren Karlidag/ JINHA

ÎZMÎR - Hîndekara Zanîngeha Hacettepe Ozge Sanem Ozateş, li ser bandora pêkaninên 'Xizmeta karê Malan" a li ser jinan lekolin kir. Ozge, diyar kir ku li gorî lêkolîna wê ya 3 sal û nîvan keda jinên xizmeta malan dike bi destê dewletê tê xwarin û binpêkirin.

Hîndekara Zanîngeha Hacettepe Ozge Sanem Ozateş, li ser bandora pêkaninên 'Xizmeta karê Malan" a li ser jinê 3 sal û nîvan lêkolîn kir. Lêkolina wê dê 6 mehên din jî bidome. Ozge, piştî vê lêkolînê diyar kir ku pêkanînên Wezareta Polîtikayên Malbat û Civakê yên 'Xizmeta Karên Malan" jinan dirizîne û keda wan tune dike. Ozge, li navçeya Mamakê li ser 354 malan lêkolîn kir û bi 35 jinên xizmeta malan dike bi taybetî hevdîtin kir. Ozge, anî ziman ku wê di vê lêkolînê de dît ku jinên heta 17 saetan karê malê dikin heye. Dît ku keda wan tê xwarin û mafê wan tê tunekirin. Ozge, destnîşan kir ku bi awayekî pir zelal û aşkere dît ku keda jinê bi destê dewletê û polîtîkayên malbat û civakê tê xwarin û dagirkirin.

'Tenê 3 saet û 41 deqîqeyî radizên'

Ozge anî ziman ku jinên xizmeta malan dikin di nava xizaniyê de dijîn û kedek zêde didin. Ozge, bilêv kir ku li aliyekî xizanî û li aliyê din pirsgirêkên nexweşiyê wan bêzar dikin û wiha got: "Jinên xizmeta malan dikin bi giştî rojê 3 saet û 41 deqîqeyan radizên. Ji ber vê xizmetê ne kêfxweş in. Dewlet xizmeta cemaweriyê wekî alîkariya civakî dinirxîne. Alîkariya civakî jî wekî alîkariya kesên muhtac dibîne. Dewlet keda wan binpê dike û li ser keda wan metîngeriye dike. Bê guman dema dewlet divê malbat, mirov û jinê fam bike. Ji ber ku di hemû polîtîkayên dewletê de hedef jin e. Ji ber vê yekê dewlet ji jinan re dibêje hûn mecbûrin vî karî ji bo pîran û zarokên xwe bikin. Ger hûn vî kari nekin hûn kêm in."

'Maf ji bo keda jinê nayê dayîn'

Ozge, bibîrxist ku heq ji bo keda jinê nayê dayîn û dijberî vê yekê ji bo zarokan çêke pere tên dayîn. Ozge, da zanîn ku dewlet dibêje 'Tu jin e ma tu nikare li dayik, bav pîr, kal û zarokên xwe binere? Ma hûn dê wan bişînin mala Hûzûrê?' û wiha got: "Ji ber vê zexta hişmendiya civakê jin nikare xwe xelas bike. Hişmendiya jin pêxiste xizmeta malê bike ava dikin. Dibêje karê te yê bingehîn xizmeta malê ye."

'Jin ji mafê xwe yên civakî sûd nagirin'

Ozge, anî ziman ku jin ji mafê xwe yên piştgirî, destûra salê, sîgortaye sûd nagirin wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di daneyên TUÎK'ê de ji bo îstîhdama jinê zêde bikin jinan di nava komên îstîhdamê de nîşan didin. Em dibêjin divê her dem jin di nava malê de xwedî keda hevpar û mafê wekhev be."

Ozge, diyar kir ku ew dê vê xebata xwe bike pirtûk û di nava refê pirtûkan de bi cih bike.

(mae/rc)