'Çi ji hestiyên di gorê de dixwazin'
09:07
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê çalakiyê mertalên zindî belav dibin. Gelê Şirnexê di roja cejnê de, îro ber bi herêmê Besta ve bi rêkeve. Di nava çalakvanan de dayîka fermandar Rojhat Bluzeri (Lezgîn Yorga) Eyşe Yorga ya 70 salî jî heye.
Gelê Şirnexê piştî bombebaran kirina goristanan, bi rojane li çiyayê Cudî dest bi çalakiyên mertalên zindî kirine. Çalakvan bi rojane bi armanca ku operasyon rawestin li çiyayê Cudî nobetê digrin. Wê Şirnexî iro jî ber bi goristana Ş. Rojhat Bluzeri (Lezgîn Yorga) ve bi rêkevin û li Besta dest bi çalakiya mertalên zindî bikin. Dayîka Rojhat Eyşe Yorga (70) anî ziman ku, ji bo gora kurê wê û hevalên wî xirab nebe ew ê bedena xwe bike mertal. Hevsera Rojat Besna Yorga jî diyar kir ku tu firqa rihê wan û goristanê wan tine ye û ev tişt got: "An goristan yan em."
'Çi ji hestiyên di goran de dixwazin?'
Dayîka Eyşe ku di salên 1990'an de kurê wê Şehmus Yorga jî bi awayekî kiryarê wî ne diyar hatî kuştin, diyar kir ku dewletê zarokê wan kuştiye lê disa jî nasekine û êrîş dibe ser hestiyên di gorê de û wiha domkir: "Xwedê situyê wan bişkîne, kesê ku êrîşê hestiyên gorê me bike xwedê belayê wan bide. Ma wan kuştine çi dikin ji hestiyan." Eyşe bi lêv kir ku ew her dem ji xwedê diayê dikin, lê dewlet bi tu awayî baş nêzikî wan nabe. Eyşe da zanîn ku ew tu car vê nêzikatiya dewletê qebûl nakin û ev tişt got: "Em êrîşên li ser goristanên xwe qebûl nakin, em ê xwe fedaî gorên xwe bikin."
'Êrîşê ser gora tê wateya êrîşê rihê me kirine'
Hevsera Rojhat Bluzerî Besna Yorga desnişan kir ku bombebaran kirina goristana nêzikatiyek hovane ye û wiha axivî: "Em naxwazin carakadin hestiyê me ji nav axê derbikevin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê wek Kurd hebûna xwe biparêzin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."Besna balkişand ser dorpêça li Cizîrê qewimî û ev tişt got: "Nahêlin birîndarê me herin nexweşxana, miriyê me bi rojan li erdê dimîn, dema em miriyên xwe defin dikin vê carê tên gorê me xirab dikin, ev çi însantiye?" Besna anî ziman ku ji sala 90'an de heya niha stembariya dewletê li ser serê wan kêm nebûye û got ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Besna diyar kir ku ferqa wan û gorê wan ji hev tune ye û wiha pêde çû: "Dema ku êrîşê gorên me dikin êrîşê rihê me jî di heman demê de dikin. Em êrîşên li ser goristana xwe napejrînin."
(ma/rc)