Çiyayê Tendurekê tê bombebaran kirin

10:17

JINHA

AGIRÎ - Balefirên şer û helîkopterên tîpa Kobra, Çiyayê Tendurekê bê navber bombebaran dikin.

Piştî ku ji aliyê Walitiya Agirîyê ve wek "Herêma Ewlehiyê" hate îlan kirin Çiyayê Tendurekê bê navber tê bombebaran kirin. Ji duh şev ve ye, balefirên şer û helîkopterên tîpa Kobra Çiyayê Tendurekê bombebaran dike. Dengê bombebaranê ji navçeya Giyadînê jî tê bihîstin û ji herêmê dûxan bilind dibe.

(rc)