Li Colemêrgê cihek ne hatibe qedexe kirin nema!

10:18

JINHA

COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê li herêmên Şemzînan û Çelê di navbera 24'ê Îlonê û 8'ê Cotmehê de biryara "Herêmên Ewlehiya Taybet" Îlan kir. Piştî biryarê herêm li welatiyên sivîl hat qedexekirin.

Walîtiyê Colemêrgê li gelek herêmên nû di navbera 24'ê Îlonê û 10'ê Cotmehê de biryara "Herêma Ewlehiya Taybet" Îlan kir. Walîtiyê der barê biryarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku li Şemzînan û Çelê di navbera 24 Îlon û 8'ê Cotmehê de li gelek herêman "Herêma Ewlehiya Taybet" hatiye îlankirin û ev herêm li welatiyên sivîl qedexe kir.

Herêmên ku OHAL lê hat îlankirin wiha ye: "Di sînorê şemzînanê de Herêma Çiyayê Akpinar (Girê Otlu, Girê Încetaş, Girê Alçakyer, Girê Sersuviskî, Girê Dolayli-Çeşme, Li sînorê Çelê jî herêma Uçtepeler-Herema Girê şer, Herêma Girê Davul û Girê Mevzî, Herêma Kavuşak-Karadagê Herêma Hezîr wekî qadên Herêmên Ewlehiya Taybet hatîn îlankirin û li welatiyan re hat qedexekirin.

Walîtiya Colemêrgê berê jî li gelek herêmên navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û navenda Colemêrgê herêmên qedexe îlan kiribûn.

(rc)