'AKP'ê êrîşê nirxên me ên pîroz dike'
12:47
JINHA
ŞIRNEX - Gelê Şirnexê cejna xwe ne li mal li ser goristanê şehîdên xwe pîroz kirin. Di ziyaretê de Parlementera HDP'ê Leyla Bîrlîk axivî û diyar kir ku, ji bo wan nirxê herî pîroz şehîdê wane û ji ber vê hikûmeta AKP'ê bi zanabûn êrîşê Şehîdgehê dike.
Piştî 9 roj dorpêça li ser Cizîrê û qetilkirina 21 sivîlan, gelê Şirnexê cejna xwe pîroz nekir û şehîdên xwe ziyaret kirin. Bi hezaran welatiyên Şirnexê tevî Parlementera HDP'ê Leyla Bîrlîk, aktîvîstên KJA'yê û gelek rêveberên DBP û HDP'ê serê sibê li ber avahiya DBP'ê hatin ba hev û berê xwe dan Şehîdgehê. Meşa ku bi alên kesk, sor û zer hatibû xemlandin, bê navber durişmeya "Şehîd namrin" , "Bijî berxwedana Cûdî" hat berzkirin. Piştî ku girse gihêşt şehîdgehê dîa hat xwendin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê Mele Xalît axivî û diyar kir ku goristan di ola Îslamî de xwedî cihek pîroze û ji ber vê yekê ew jî di roja pîroz a cejnê goristana xwe ziyaret dikin. Mele destnîşan kir ku hovîtiyek mezin li ser gorê zarokên wan tê pêk anîn û wiha got: "Em ji xwedayê xwe re dia dikin ku merhametê bike dilê van hovan."
'Hikûmeta AKP'ê ew ê cardin têk biçe'
Piştî wê Parlementera HDP'ê Leyla Bîrlîk axivî û da zanîn ku ji bo wan tiştê herî pîroz şehîdê wane û wiha domkir: "AKP'ê baş dizane ku em hêzê xwe ji şehîdên xwe distînin. Ji ber vê êrîşê Şehîdgehên me dike û bombebaran dike. Bila baş bizanibin destê ku dirêjî şehîdgehê me dibe em ê bişkînin. Davutoglu 'Fermana bombebarana gorsitana me daye' ehlaq bi wan re nemaye. Van kesan hem mirovatiyê hem jî Îslamê binpê dikin." Leyla diyar kir ku ji ber hikûmeta AKP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de wenda kiriye van êrîşan pêk tîne û got: "Hikûmeta AKP'ê di vê hilbijartina ku pêk were de jî ew ê têk biçe û bifetise."
(ma/rc)