Pîrên elewiyan ji bo aştiyê ketin greva birçîbûnê
14:58
JINHA
DÊRSIM - Pîrên li Dêrsimê nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a Erdogan û hikûmeta AKP'ê dan û ragihandin ku li dijî şer ew ê 4 rojên Cejna Qurbanê di greva birçîbûnê dibin.
Pîrên elewiyan li hemberî şerê qirêj ê Erdogan û hikûmerta AKP'ê ya li Kurdistanê daye destpêkirin, ji bo aştiyê dest bi Meydana Seyîd Riza ya Dêrsimê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dayîna daxuyaniyê de parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û M. Alî Bul, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.
Li ser navê Pîrên elewiyan Îbrahîm Kete daxuyanî xwend û bi bîr xist ku cejn roja piştevanî, yekîtî û hevgirtinê ye û diyar kir ku di vê cejnê de warên wan ên pîroz, daristan tên bombekirin û xwîn tê rijandin. Îbrahîm da xuyakirin ku li cihê xwîn lê tê rijandin û daristan tên şewitandin ew ê pîrozkirina cejnê qebûl nekin û wiha got: "Tevî ku şert û mercên cejnê tuneye jî yên vî şerî dimeşînin cejnê pîroz dikin. Em vê pîrozkirina cejnê şermezar dikin û di 4 rojên cejnê de bi awayekî dorveger dikevin greva birçîbûnê."
Îbrahîm banga agirbestê li her du aliyan kir û got, "Weke pîrên elewiyan em vê pêvajoya şer qebûl nakin. Ji vir em bang dikin; her du alî, destê xwe ji tetîkê bikişînin. Li cihê pêvajo xitimî, divê ji bo dewamkirina wê bi awayekî zelal û mayînde, şert û merc werin afirandin. Girîng e pêvajo bidome. Her kes ê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê dengê aştiyê bilind bike."
Piştî daxuyaniyê dua aştiyê hat xwendin, find hatin pêxistin û niyaz hatin belavkirin. Piştre greva birçîbûnê dest pê kir.
(rc)