Li Elkê top di nava taxan dikevin

08:50

JINHA

ŞIRNÊX – Li navçeya Elkê li dijî Qereqola Cendirmeyan a Çemanê ji aliyê HPG’iyan ve çalakî pêk hat.

Li navçeya Elkê ya Şinrexê li dijî Qerqola Cendirmeyan a Çemanê di saetên êvarê de ji aliyê HPG’iyan ve çalakî pêk hat. Der barê necama çalakiya ku bi roket û çekên luldirêj ve pêk hat agahî nehat wergirtin. Piştî çalakiyê li herêmê pevçûn dest pê kir. Li aliyê din ji Fermandariya Alaya Elkê ber bi çiyayê Kato ve bombe tê avêtin ji ber ku fermandarî nêzîkî navçeyê ye dengên teqînan tê navçeyê.

(zt)