Têkoşîna zarokên ku ji şer rizgar bûne

09:32

JINHA

AMED - Li cîhan û Kurdistanê a herî zêde dibin maxdûrê şer zarokin. Zarokên ku neçar dimînin ji ber şer li xerîbiyê bijîn, li pay hêviyên jiyana nû ketine. Zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 7'an de ne li semta Koşuyolu a navçeya Rezana Amedê dijîn, li pay şopê hêviya jiyanê ketine. Hersê bira li kolanan şûşeyên plastîk berhev dikin. Zarokên ku şûşeyên plastîk berhev kirine, ji bo ku nekevin kedên mezin didin. Zarok bi çavek tirsûnek li dora xwe dinêrin û bi hestên hev parastinê bi hevre tevdigerin.

Zarokên ku agahiya wan ji cejnê jî nîne, bi çavek şermok li mêrê ku pere dide wan dinêrin, bêy ku destê xwe dirêj bikin şûşeyên xwe berhev dikin.

Foto: Şehrîban Aslan

(rc)