Dixwazin warê dîrokî Mala Don Kişot hilweşînin
09:33
Oyku Dilara Keskin/JINHA
STENBOL -Mala Dagirkerî ya Don Kişot, ku di berxwedana Gaziyê de bi dest xistin û kirin mala jiyana kolektif niha bi biryara rûxandinê re rû bi rû ye. Don Kişotvanan, diyar kirin ku pêdivî bi gelek malên din ên dagirkeriyê hene.
Kesên di berxwedana Gazî ya li Tirkiyeyê li dijî jiyana kapîtalîzmê ketin nava tevgerê, li dijî feraseta milk li malên hatine terkkirin bi cih bûn û jiyana hevpar ava kirin. Kesên li dijî feraseta mulkiyetê niha li van malan jiyana hevpar ava dikin. Yek ji van malên jiyana hevpar Mala Dagirkeriyê ya Don Kîşot a li Taxa Yeldeğirmeniya Kadikoyê ye. Kesên di berxwedana Geziyê de di vê malê de bi cih bûn, ji nûve ev mal ava kirin û xistin xizmeta gel. Mala Dagirkeriyê ya Don Kîşot ku 25 sal berê hatibû terkkirin,niha di bin talûkeya bê hilweşandin de dijî. Demek berê ji bo ev xanî bê hilweşandin doz hat vekirin. Doza ji bo hilweşînê hatibû vekirin bi encam bû. Her çend mal li ser navê kesekî qeydkirî be jî dîsa xwe ji biryara hilweşînê xelas nekir. Berxwedêran diyar kirin ku ew dê xanî terk nekin û destûr nadin ku ev xanî bê hilweşandin.
Hemû karker bûn yek
Kesên li mala Don Kişot jiyanek hevpar û kolektif dijîn, li gel biryara hilweşîna Mala Don Kîşot, jiyana xwe ya asayî berdewam dikin. Di ketina malê de nivîsa "Merhaba" mêvanan pêşwazî dike. Di hundirê malê de her tişt hevpar û kolektif e. Ji ber ku navê malê Don Kişot e, bi ruhê Don Kîşot ketin nava hewldan û tevgerê. Kesên di vê malê de dijîn, diyar dikin ku ev perçeyekî ruhê Berxwedana Gezî ye û terk nakin. Kesên li vê malê dijîn li aliyekî hunerê pêş dixin, xebatên atolyeyê berdewam dikin. Kesên li vir dijîn, diyar dikin ku Mala Don Kişot, niha dijberî mala dagirkeriyê bûye mala ruhê jiyan û berxwedana Gezî ye. Li vê malê li dijî êrîşên bombeyî û feraseta kapîtalîst xebat tên meşandin û her şemi şahi û bername tên lidarxistin. Her şevê În diçin Pazara Înê ya Kadikoyê û fêkî û zexîreyê ku hatiye avêtin kom dikin û bikar tînin. Kesên li vir dijîn her roj malê taqazê didin pêşandan û li vê bazarê taqasiyê dikin.
Dîsa li aliyê din koma Bisîkletan a Don Kişot li dijî talankirina xwezayê her hefte ji bo jiyanek ekolojîk tûrên bîsîkletan a xwezayê pêk tînin. Kesên li vir dijîn armanc dikin ku li dijî feraseta dagirkerî, berxwirî, talankirin û wêrankirina xwezayê, jiyanek hevpar, komîn, kolektif û demokratîk pêş bixin û rê li pêşiya dagirkeriyê bigirin.
Kesên li vir dijîn her Şemî saet di 17.00'an de pirtûkxaneya Don Kişot ava dikin û piştgiriya pirtûkan werdigirin. Dîsa saet di 19.30'an de li dijî bombebaranan şahiya sifreyê ava dikin û bi sedan kes li vir xwarin dixwin.
(mae)