Şehnaz Elmas ku ji destê DAÎŞ'ê xilas bu tiştê jiya vegot
11:04
JINHA
SILEMANÎ - Şehnaz Elmas Murad 6 meh berê ku ji destê DAÎŞ'ê xilas bû anî ziman ku; "Jin dibe ku gavek berî gavekê ji destê wan hova xwe xilas birin. Tiştê liwir pêk tên pir zehmete bînim ziman, ez ji destê wan revîyam lê bele hişê min liwire."
Çeteyên DAÎŞ'ê di êrîşa Şengalê de gelek mirov qetilkirin, gelek jin û zarok jî êsîr girtin û bi xwe re birin. Yek ji wan jinên êsîr ketî dewtê wan Şehnaz Elmas Murad 6 meh berê ji destê wan xilas bû, niha li kampa pênabera dimîne tuştê ku jiyaye wiha anî ziman: "Ew roj qet ji ber çavê min naçe. Ez nikarim razim xwarinê naxwim. Tuştê hat serê me, ez qet ji bîr nakim. Me firotin mina kolan, zarokên me li ber çavên me mirin. Ez dipirsin tuştê dikin di kîjan olî de hatiye nivîsîn." Şehnaz diyar kir ku jinên ji destê DAÎŞ'ê xilas bûn wan dişinin dervayî welat ew rast nabîne û got: "Xwestin min jî bişînin lê belê ez neçûm. Heya ku jinên me di destê wan hovan de bin nêzîkatik wiha min xemgîn dike."
'Bizorê xwestin me bikin misilman'
Şehnaz destnîşan kir ku li gundê Solak a Şengalê 10 malbat êsîr ketin çeteyan xwestin bizorê wan misilman bikin û wiha domand: "Em Êzidîne, Xwedê me wiha çêkiriye. Çeteyan bi zorê dixwestin me bikin misilman. Em ezîdî hatin wê dinyayê emê Êzidî herin." Şehnaz da zanîn ku tu kes nikare wan bi zorê wan ji olê wan durxin û wiha berdewam kir: "Wexta çete hatin gund gotin ew tiştek ji we nakin lê bele xwestin bi zorê wan bikin misilman û ew tehdit kirin û goti: 'Geger win nebin misilman emê we bikujin' ji tirsan çend malbat bûn misilman lê belê cardin jî îşkence li wan malbata jî kirin. Em 10 malbat êsîr ketin û me birin Telafer ê. Kî saxe kî miriye ez qet nizanim, di serî de em 10 malbat tev li ba hevbûn, min jî zaroka min a 20 rojî li ba min bû. Ne xwarin hebû em bixwin ne jî av hebû em vexwin. Çete dihatin ji nav me kesan hildibijartin dibirîn. Ez jî ji gel xweşka min birin carek din min wê nedît."
'Me mîna koleya dixebtandin'
Şehnaz anî ziman ku çeteyan îşkence wan dikirin; "Heta sewal jî ji me zêdtir bi qîmet bûn. Ez hêjî bawer nakim ku ezim dijîm." Şehnaz bilêv kir ku wan li sewalan dinêrî û ew didohtin û wiha domand: "Şîrê ku me didoşa çete dihatin dibirin. Cîh tinebû ku min zaroka xwe têde razanda. Gelek zarok ji ber biçîbûn û nexweşiyê mirin. Dema ku ez di destê çeteyan de bûm jinek reviya, lê cardin we zeft kirin û li ber çavên me destê we jê kirin. Çeteyan li henek kesan îşkence dikirin û wan li ber çavên me di kuştin, li ber çavên me tecavüz dikirin."
'Bi rojan em birçî meşiyan'
Şehnaz wiha qala wan rojên ji bo xwe ji destê çeteyan rizgar bikin kir: "Em 26 kes ji destê çeteyan reviyan û koma me pirî jin û extiyar bûn û em piştî reviyan 3 rojan di rê de man." Şehnaz diyar kir kir bavê wê birayên wê û gelek xizmên wan di destê çeteyan da ne. Şehnaz bang li hemû cîhanê kir ku mirovên di destê çeteyan de rizgar bikin.
'Bi mere kes eleqedar ne dibû'
Şehanz diyar kir ku piştî ji DAÎŞ'ê xilas bû ku tu kes bi wan re eleqedar ne bûye û wiha pêde çu; "Wexta em nû hatin henek kes hatin serî li me dan lê belê paşî tu kes ne hat li me ne pirsî win di çi rewşêdane. Em tu tişkî na xwazin em tenê di xwazin kesên di destê çeteyan de ne werin xilas kirin. Di xwazin jinan ji axa wan veqetînin, tu cîh tu war mina axa mirov nabe." Şahnaz herî davî got ku ewê li axa xwe bijin û li axa xwe bimînin.
(ha/zt)