Ji ber topên li Elkê dikevin gelek welatî birîndar bûn
11:14
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê balafirên şer herêm bombebaran kirin û topên ji Fermandariya Alayê ve hatin avêtin li malekê ket. Di encamê de gelek welatiyên li malê bûn birîndar bûn.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê şevê din balafirên şer û Fermandariya Alayê ya Elkê herêm bombebaran kirin. Piştî bombebaranê di navebera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûn derket û pevçûn hêj didome. Leşkeran malên welatiyên nêzî fermandariyê gulebaran kirin û top avêtin malan. Hat ragihandin ku di encama topbaranê de guleya topê li mala welatiyê bi navê Mecît Ataman ket. Di encamê de gelek welatiyên li mala Mecît bûn birîndar bûn.
Ji ber ku xetên telefonê hatine birîn der barê rewşa navçeyê û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxisitn. Her wiha agahî ji ambulansa ku çû herêmê nayê werigirtin.
(zt)