'Ti zagon û rêveberî ser nirxên mirîvî nakevin'
11:36
JINHA
STENBOL – Ji bo ku canezeyê ji fermandarên BOG’ê Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) ê li Rojava di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe dest da bi hinceta biryara Ljneya Wezîran heye nadin malbatê, bê dayîn kampanyaya îmzeyê hate destpêkirin.
Cenazeyê fermandarê Hêzên Azadiyê ya Yekbûyî (BOG) Azîz Guler (Rasîh Kurtuluş) ê di 21’ê îlonê de di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi hinceta ku biryara Lijneya Wezîran heye nedan malbetê. Li ser vê yekê malbatê duh derbasî Kobanê bû û ji bo ku cenaze bê teslîmkirin di change.org de kampanyaya imzeyê hate destpêkirin. Di metna kampanyayê ku îmzeya dayika Azîz, Elîf Guler, bavê wî Menhet Guler û birayê wî Ersîn Umut Guler heye de ev tişt tê gotin: “Azîz zarokê vî axê ye. Li ser vî axê hate dinê, mezin bû, xwend, xebitî, ji bo xizanan têkoşîn meşand. Niha me ew winda kir. Ruh û bedena wî ancax li ser vî axê ,i cem gel û hevalên wî dê bi aram be. Dema ku Azîz ê me dijiya me qet ew tenê nehişt, niha dema windakirinê de jî em ê wî tenê nehêlin. Ji ber vê yekê jî em cenazeyê kurê xwe birayê xwe dixwazin. Ji bo ku em bikaribin her roj biçin cem wî, ji bo ku em bikaribin hinek hesreta xwe pê bînin, ji bo ku em her tim wî hembêz bikin bedena wî dixwazin. Em dixwazin cenazeyê kurê xwe, birayê xwe li Stenbolê defin bikin.”
Di nameyê de tê gotin ku ji bo ku cenaza bigirin meqamên ku serî lêdanê gotine cenaza ji Rojava nahêlin bê Tirkiyeyê qebûl nakin û ev yek biryara lijneya Wezîran e û di berdewamê de ev tişt tê gotin: “Tu qanûn, biryar û rêziknameyê ne li ser nirxên mirovahiyê ye. Desturê bidin em êşa xwe bijîn. Li hemberî êşa me rêzdar bin. Ji bo ku em bikaribin vî êşa xwe ya ne pêkan e bê terîfkirin hinekî kêm bikin kurê me bidin me.”
Hûn dikarin bi vî navnîşanê xwe bigihînin kampanyayê:
https://www.change.org/p/bakanlar-kurulu-o%C4%9Flumuzun-cenazesini-istiyoruz?recruiter=55421604&utm_source=share_petition&utm_medium=twitter&utm_campaign=share_twitter_responsive
(zt)