Welatiyên Kerboranê di şahiyê de li hev civiyan
11:49
Îlon
25
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Li Kerboranê DEM-GENÇ'ê bi şahiyek rêveberiyên cewherî û berxwedana li bajarên Kurdistanê silav kir.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi pêşengiya DEM-GENÇ'ê li Taxa Bahçebaşi bi sedan welatî tevlî şahiya silavkirina rêveberiyên cewherî û berxwedana li bajarên Kurdistanê bûn. Di şevê de Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk û aktîvista KJA'yê Xecê Şen axaftinek kurt kirin û balê kişandin ser polîtîkayên şer ên Serokomar Erdogan û AKP'ê.
Şahî bi gerandina govendê dawî bû.
(zt)