Ji bo girtiyên nexweş banga alîkariya kampaniyeye îmzayan
12:16
JINHA
AMED - Di serî de ji bo Şaredarê Surê yê berê Abdullah Demirbaş û hemû girtiyên nexweş ê di Girtîgeha Tîpa D a Amedê û hemû girtîgehan de azad bibin kampanya îmzayê hat dest pê kirin û banga ji bo alikariya kampanya ya îmzayan hat kirin.
Bi îddeya ku "fon ji bo PKK'ê berhev kiriye" Şaredarê Surê yê berê Abdullah Demirbaş berê xistibûn bin çav di 9'ê Tebaxê de derket dadgehê û hate girtin. Di sala 2002 de ku ji ber nexweşiya "Hewrediter derin ven trombozutrombozu" ji ATK'ê rapor girtibû. Hate diyarkirin ku nava du hefteyên dawî de du cara rakirine Fakulta Tiba Zanîngeha Dîcle yê. Keça Abdullah Demirbaş Berfîn Demîrtaş anî ziman ku rewşa bavê wê her roj ber xirab bûnê de diçe û li gel rapora Tibba Edlî ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" jî biryara girtinê dane, lê belê bavê wê disajî ne hat berdan. Berfîn anî ziman ku bavê wê ji bo girtiyên nexweş û bavê wê werin berdan li ser malpera change.org'ê kampanya îmzayê daye despêkirin û alikarî xwest.
(ha/zt)