Mahmut E. ê ku îstîsmara zayendî li zarokan kirî hat girtin

13:48

JINHA

ANTALYA - Mahmut E. ê 57 salî derket holê ku li zaroka keç U.E ya 15 salî ku zaroka xizmê wî bûye îstismara zayendî lê kiriye hat girtin.

Li Antalya yê derket holê ku Mahmut E. ê 57 salî li zaroka keç U.E ya 15 salî ku keça xizmê wî bûye îstismara zayend kiriye hat girtin. Li navça Kezep a Antalya yê xwendevana lîse yê U.E li ser malpera bi navê E.P hevalek nû nas kir pêr diaxifî û rewşa xwe ji E.P re vedigot. U.E anî ziman ku xizmê wan Mahmut E. îstismara zayendî lê dike. U.E anî ziman ku serê ewil pêşî M.E bi gotina zaroka min nêz bûye û paşî U.E tehdit kiriye û îstîsmara zayendî lê kiriye. E.P li ser van gotinê U.E li dibista ku U.E lê dixwend geriya û rêveberiya dibistanê haydar kir. Rêveberiya dibistanê bi U.E re axifî ku ji par meha Tebaxê de ji aliyê Mahmut E. ve îstîsmar zayendî lê tê kirin. U.E diyar kir ku Mahmut E. wê carna tîne dibistanê û di wesayîtê de îstîsmar dike.

Li ser lekolînê ji sûcê 'îstîsmara zayendiya zarokan' di derhekê mahmut E. de li 3'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalya yê 15 sal ceza jê hat xwestin. Li gorî îddîaya Mahmut E. bê sûce. U.E 15 sali ye û rastî îstîsmara zayendî hatiye, savciyê cumhuriyetê xwest ku Mahmut E. were ceza kirin. Runiştina dozê hat paşve xistin.

(ha/zt)