'Îro cejne Cemile rabe em biçin holindokê'
14:15
JINHA
ŞIRNEX - Platforma Zanîngeha Cizîrê li Kolana Hunerê navê zarokên di şer de jiyana xwe ji dest dane û ser wan nivîs nivîsandin.
Bi boneya Cejna Qurbanê Platforma Zanîngeha Cizîrê li Kolana Hunerê navê zarokên di 8 rojên dorpêça Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane û ser wan nivîs nivîsandin. Di ketina Kolana Hunerê de pankarta "Îro cejne hun zu mirin zarok no" hatiye daleqandin. Li ser dîwaran jî bi boyayên rena reng nivîs nivîsîne. Li kolanê nivîsên weke "Hele bêje kîjan guleyên bi zarokan dikevin ne qehbene", "Ger zarokek di sarincê denen divê qet cejin nebe", "Buniyamin tu dilek qerisî bide min ezê şekirekê bidim te", "Em hemû ermeniyîn!!!", "Em jî zarokên Dayîka Meryemin", "Zaroka 35 rojî Muhammet hêrsa sîh û pênc salane", "Aştî li kuye îro cejne", "Bila ti deman li ti devera cîhanê zarok nemirin", "Min hena li destê te xist Cemîlaya min de rabe!!!", "Lîstokên ku zarok nedîtin bi xwe xwe xeniqandin", "Te bi cemeda aniyî dilê me şewitand Bunyamin", "Min ji bo te bilye girtiye derabe Baranê min", "Îro cejne de rabe Cemile em biçin holindokê", "Îro cejne apê Mehmet te nimêja cejnê nekiriye" û "Îro cejne lê Selman şerkeran berhev nake" nivîsîne. Li ser dîwaran navê zarokên jiyana xwe jidest dane hantine nivîsîn.
(zt)