Li Elkê polîsan ambulansa birîndar dibir gulebaran kir

15:37

JINHA

ŞIRNEX - Li Elkê piştî êrîşên hemwext ên gerîllayên HPG'ê li navçeyê pevçûnên dijwar qewimîn. Hate gotin ambulansa ku ji bo birîndaran bigire çûye Taxa Meydanê, ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye gulebaran kirin û di encama gulebaranê de kesên jiyana xwe ji dest dane hene.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê gerîllayên HPG'ê duh bi şev li hemberî yekineyên leşkerî û noqteyên polîsan êrîşên hemwext kir. Li gor çavkaniyên herêmî di navbera gerîllayên HPG'ê û leşkeran de pevçûnên giran qewimîne û di pevçûnan de gelek leşker jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku piştî pevçûnên ku heya sibehê berdewam kir, leşker û polîs vekişiyane avahiyên xwe û her wiha du mewziyên doçka yên leşkeran jî ji aliyê gerillayan ve hatiye îmha kirin. Hate gotin ku di pevçûnan de gerîllayek jî jiyana xwe ji dest daye.

Piştî ku leşker vekişiyan yekineyên xwe li tabura leşkerî ber bi Taxa Meydanê ve top û havan hatin avêtin. Hate zanîn topên ku hatin avêtin li gelek malan ketine û hejmarek zêde jî birîndar heye. Her wiha hate îddîakirin ku ambulansa ji bo birîndaran bigire çûye taxê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye gulebaran kirin û di ambulansê de yên ku jiyana xwe ji dest dane hene. Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin, leşker û polîs ji navçeyê vekişiyaye û gerîllayên HPG'ê li navenda navçeyê xwe mewzî girtine. Her wiha hate ragihandin ku balefirên şer Çiyayê Kato Jîrka û "Şehîdgeha Kurtay Feraşîn" bombebaran kirine.

Welatiyên ku li gund û gundikên derdor dijîn, ji bo sivîlên birîndar û miriyan wergirin ber bi navenda navçeyê ve dimeşin. Topebarana leşkeran didome. Hate zanîn ku li gundê Sektarê jî operasyon hatiye destpê kirin û li wir jî leşkeran malan topebaran kirine. Li malekî ku topê havanê lê ket 3 welatî birîndar bûn. Her 3 birîndar bi wesayitên gundiyan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

(zt)