Li Elkê dewletê 3 welatî qetilkirin

15:42

JINHA

ŞIRNEX - Leşkeran topa hawanê avêt gundê Sertkarê yê Elka Şirnexê. Di teqîna topa hawanê de ji heman malbatê 3 welatî hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Şevê din gerîllayên HPG'ê li dijî fermandariya Alaya Elkê êrîşa çekdarî pêk anî. Piştî êrîşê. leşkeran bi hawanê li derdorê top reşandin. Di encama topbaranê de 4 topên hawanê li gundê Sertkarê yê Elkê ketin û ji heman malbatê 3 welatî hatin qetilkirin. Welatiyê Gundê Sertkarê Halîl Temel, diyar kir ku leşkeran topa Hawanê avêt gundê wan û di teqîna topa hawanê de li gundê Sertkar 3 welatiyên bi navê Ahmet Temel, kurê wî Behcet û Alya Temel jiyana xwe ji dest dan. Di teqînê de 2 welatiyên bi navê Fevzi Temel û kurê Ahmet Temel Hasan Temel jî bi giranî birîndar bûn. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Qlabanê. Kesen birîndar jî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li Şirnexê jî rojnameger ji bo birîndaran bişopînin hatin ber nexweşxaneyê. Lê polîsan destûr nedan ku birîndaran bişopînin û rojnameger ji ber nexweşxaneyê dûr xistin.

(zt)