'Divê peyîwendiyên li gel penaberan bên berfireh kirin'
09:30
Ceren Karlıdag/JINHA
İZMİR - Aktivist Îrem Somer a ku ser penaberan lêkolîn kirî diyar kir ku têkoliyên wan bi penaberan re tenê ser alîkarî dayînê diçe û wiha got: "Ev 4 salin penaber livêderê ne û emê hîna demdirêj bi wan re bijîn. Divê tenê têkiliyên me li gel wan ser alîkarî dayînê neçe. Ji bo ku ev têkilî fireh bibin em dixwazin gavnan bavêjin û hem her kesê dawetî têkiliyên wiha dikin."
Yek ji bajarên Tirkiyê yên herî qerebalix Îzmîr ji bo çuna penaberan a Ewrupayê tê xebitandin. Li semta Basmane yê her dem mirov dikare rastî penaberên li ser pişta wan çenteyek seferî heyî di nava komên di navê de yên gihiştî û zarok heyî bibîne. Ji derveyî wan jî di dema şer despêkirî heya niha di nava Îzmîrê de 70 hezar penaberên li wê bicîh bûne hene. Aktivist Îrem Somer a ku ser penaberan lêkolîn dike projeyên xwe yên dema pêş ji bo penaberan dane pêşiya xwe nirxand.
'Divê pirsgirêk bên dîtin'
Îrem da zanîn ku li Îzmîrê du rengên penaberan dijîn, yek ji wan her dem di nava hewildana çuna Ewrupayê denin, yên dinê jî 4 salin li wê runiştîne û dijîn û wiha domand: "Yên dixwazin biçin li kolanan dimînin. Ti alîkariya walî û şaredariyê nagihe wan. Yên dimînin jî ziman nizanin, nikarin zarokên xwe bişînin dibistanan, kar bidestê wan nakeve, dema kar dikin jî muçeyê xwe nagirin. Cihek ê lê li mafê xwe bigere jî nîne. Divê ev pirsgirêk li ber çavan bên girtin."
'Li gel penaberan me dixwazin xebatê birêve bibin'
Îrem destnîşan kir ku divê şêwirmendiya bi penaberan re hîn zêde tir bê bihêz kirin û wiha berdewam kir: "Em komek aktivistên dixwazin ji bo dabînkirina pêdiviyên penaberan dinava şêwirmendiyê debin. Di nava me de aktivistên ji Fransa, Îngiltera û Gurcistanê hatine Îzmîrê ji bo şêweyê jiyana penaberên li vêderê bibînin û şêwirmendiyê hîn zêdetir bihêz bikin hene. Em bi wan re ji bo zêdetir penaber bibin xwedî maf dinava xebatan denin."
'Emê demdirêj li gel wan bijîn'
Îrem bilêv kir ku di demên dawiyê de li Îzmîrê hijmara penaberan gelek zêde bûye û ev zêdebûn ji aliyê komeleyê ve nayê dîtin û wiha dom kir: "Şêwirmendiyek mezin heye, lê divê ev şêwirmendî demdirêjbe. Dema ku şêwirmendiya heyî berdewam bike dê zêdetir rasteqîn be. Ji ber em çî bikin hîna kême. Ji bo wê jî di vê mijarê de divê her mirovên baldar destê xwe têxin binber de. Ev 4 salin penaber li vêderêne û diyare emê hîna salên demdirêj bi hev re bijîn. Divê têkiliyên me tenê ne li ser dan û sitandina alîkariyê be. Divê ji bo berfirehkirina vê têkiliyê em gav bavêjin û her kesê dawetî berfirehkirina van têkiliyan dikîn."
(zt)